TTB masaya kirîzê ava kir

Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber erdheja ku li hêrêmê hatî jiyankirin maseya kirîzê avakirine û dan zanîn ku bijîjkên ku dixwazin bi dilxwazî erk bigrin bila li bajarên xwe serî li odeyên tabîban bidin.

Navenda Nûçeyan – Piştî erdheja ku li Tikriye û Kurdistanê pêk hat gelek rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî, saziyên alikariyê û odayên pişeyî diyar kirin ku masayên kirîzê avakirin e.

Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) der barê erdhejê de daxuyanî dan, diyarkirin ku wan masayê kirîzê avakirine û bang li bijîjkan kirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ji bo li herêmên erdhejê tu pirsgirêkên xizmeta tendirûstiyê neyê jiyîn, nexweşên ku rewşa wan ne lezgîn e bila serî li nexweşxaneyan nedin û wiha hat gotin: “Hevpişêyên me yên ku bi dilxwazi dixwazin li herêmên erdhejê kar bikin, dikarin li bajarên xwe serî li odayên tabîb bidin.”

Ji TTB’ê peyama hişyariyê

Di daxuyaniyê de di heman demê de peyamek ya zanyariyê parvekirin û ew tedbirên ku piştî erhejê werin girtin rêz kirin:

*Divê welatiyên li herêmên erdhej lê qewimîne, heta ku neçarî nebe telefonên xwe bi kar neynin.

*Divê nexweşên ku rewşa ne lezgîn be, serî li nexweşxaneyên li herêmên erdhej lê qewimîne nedin, da ku di xizmeta tenduristiyê de pirsgirêk dernekevin.

*Divê were zanîn ku cihê ku herî zêde jêre alîkarî pêwîst kuderêye û divê were zanîn ku ev karesat çend kes bandor kirine. Em texmîn dikin ku zêdetirî 13 milyon kesan ji vê karesatê bador bûne.