Tora Somariyet: Em ê bibin dengê jinên Êzidî yên ji komkujiyê rizgar bûne
Tevger û saziyên jinên Ezidî duh bi daxuyaniyek pêngavek nû ya navnetewî dabû destpêkirin. Tora Somariyet bi daxuyaniyek piştgiriya xwe ji bo pêngavê ragihand. Tora Somariyet ragihand ku, Ewê ji bo jiyanek azad û dadperwer û ewledar bixebitin.
Navenda Nûçeyan – Tora Somariyet ku ji 40 sazî û rêxistinên jinên Iraqê pêktê bi daxuyaniyek piştgiriya xwe ji bo pêngavê ragihand. Di daxuyaniyê de tê gotin ku ewê bibin dengê jinên Êzidî yên ku di komkujiyê de rizgar bûne.
Di salvegera Jenosîda Êzidiyan de, Tora Somariyet ragihand ku ew bi rêzdarî bedelên mezin ên ku ji hêla gelê Şingalê ve hatine dayîn û kesên ku hatine qetil kirin bibîrtînin. Daxuyanî balê dikşîne li ser êşên jinên Êzidî, yên ku rastî êrîşên çeteyên hov hatine û wehşetên ku dikevin kategoriya sûcên li dijî mirovahiyê, kîşandine.
Her wiha di daxuyaniyê de tê diyar kirin, ew ê bibin dengê kesên ku ji komkujiyê rizgar bûne. Daxuyaniya Tora Somariyet bi vê awayî dawî dibe: Emê li Iraqê ji bo avakirina jiyaneke azad, dadperwer û ewledar, bêyî gotinên nefretê û tundiyê, bixebitin. Di vê çarçoveyê de, em piştgiriya xwe ya tevahî ji bo kampanyaya Tevgera Jinên Êzidî, ku bi dirûşmeya “Ji Bo Edalet û Azadî - Tu jî Bibe Dengê Dîlgirtiyên Fermanê” radiginîn.
Tora Somariyet ku di sala 2020’an de bi awayekê fermî hatiye avakirin. Tevahî xebat û çalakiyên wan ji bo mafê zarok û jinan e.