TMMOB’ê bertek nîşani hedefgirtina Guler Yildiz da
Odaya Avahîsazan a Şaxa Enqereyê bi daxuyaniyek nivîskî bertek nîşanî hedefkirina pêşkêşvana bernameya ekolojiye ya jin tv Guler Yildiz , ku xelata çapemeniyê ya Emre Madran wergirtî da.
Odaya Avahîsazan a Şaxa Enqereyê bi daxuyaniyek nivîskî bertek nîşanî hedefkirina pêşkêşvana bernameya ekolojiye ya jin tv Guler Yildiz, ku xelata çapemeniyê ya Emre Madran wergirtî da.
Navenda Nûçeyan- Rêvebirên Odaya Avahîsazan a Şaxa Enqereyê TMMOB’ê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî hedefgirtina pêşkêşvana bernama ekoloji ya Pencera Kest a jin tv Guler Yildiz ku bi nuçeyên hilweşîna xwezayê, HES û Kana Madenê, di şaxa Rojnamegeriya Televîzyona Navneteweyî ya xelatên çapemeniyê yên Emre Madran de hêjayî xelatê hat dîtin da.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: " Xelatên çapemeniyê yê Emre Madran ên di warê parastinê de her sal bi baldarî têne vekolîn, rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê ku di rojnamegeriyê de israr dikin, ji bo mafê raya giştî wergirtina agahiyan tevî her cure zext hewildanên mezin didin. Yên ku rastiya di derbarê parastina hebûnên me yên dîrokî, xwezayî, çandî û taybet qadên Daristina Cotgehê ya Ataturk, Qesra qeçex, kolana Saraçoglu, Anîtkabir polîtîkayên bajarvaniyê yên saxlem de dinivîsin, vedibêjin û diweşînin re tê dayîn. Gotina yekane ya ku em dikarin ji axaftinên cûdakar, marjînal, gotinên reşkirinê, lînçkirina plankirî û provokasyonên re bîbejîn wekî ku mamosteyê me Emre Madran jî gotiye 'EDEP YANİ HU ye."