TKDF: Di 31 rojan de 31 jin hatin kuştin

Federasyona Jinên Tirkiyeyê (TKDF) ragihand ku di meha Gulanê de 31 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin. Li gorî raporê, 16 jin di bin şert û mercên gumanbar de mirine.

Navenda Nûçeyan – Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê (TKDF) rapora komkujiyên jinan ên Gulana 2026’an eşkere kir. Li gorî raporê, di navbera 1’ê Gulanê û 31’ê Gulanê de 31 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin û 16 jinan jî di şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî rapora TKDF, 12 ji jinên ku hatine kuştin zewicîne, 9 nezewicî, 4 ji hev veqetiyayî bûn û rewşa zewaca 6 ji wan nehatibû diyarkirin. Raporê destnîşan kir ku ya herî biçûk 14 salî bûye û ya herî mezin 72 salî. Ji sedî 13,3’ê jinan di navbera 0-18 salî, ji sedî 46,7 di navbera 19-35 salî, ji sedî 20 di navbera 36-50 salî û ji sedî 20 jî di navbera 51 salî û jor de bûn. Koma temenê ya di xetera herî bilind de wekî 19-35 salî hatiye destnîşankirin.

5 jin di nava malbatên xwe de hatin kuştin

Her wiha raporê diyar kir ku piraniya bûyerên kuştina jinan ji aliyê kesên nêzî jinan bûn ve hatine kirin. 5 jin ji aliyê mêrên di nava malbatên xwe de (mêr an kur), 5 ji aliyê mêrên ku ji hev vediqetiyabûn an jî hev berdabûn ve, 2 ji aliyê mêrên ku bi hev re di nava têkiliyekê de bûn an jî bi wan re dijiyan û 3 jin î aliyê mêrên ku wan nas dikirin (xizm, birazî kur, hwd. ve hatine kuştin.

Mirina jinan a gumanbar

Mirina 16 jinan wekî gumanbar hat tomarkirin. Hat ragihandin ku 3 jinan xwe kuştine, di heman demê de tê gotin ku 3 jin ji ber ji cihekî bilind ve ketine jiyana xwe ji dest dane. Sedema mirina 7 jinan nehat diyarkirin.
Di raporê de daneyên li ser cihên ku komkujî lê qewimîne jî hebûn. Li gorî van daneyan, 18 jin (ji sedî 58.1) li malên xwe hatine kuştin. 5 jin li qadên giştî (kolan û park), 5 li deverên daristanî û 3 jî li deverên şil (kanal, derya, gol) mirine.

‘Jiyana jinan di xeterê de ye’

Federasyona Jinên Tirkiyeyê (TKDF) di nirxandina xwe de tekez kir ku kuştina jinan ne pirsgirêkek takekesî ye, pirsgirêkek pergalî ye. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rastiya jinên ku di malên xwe de tên kuştin, newekheviyên di avahiyên malbatê de nîşan dide û jinên ku di pêvajoyên hevberdan an veqetandinê de ne dibin hedef, ji bo mafê wan ê jiyanê xeterek cidî çêdike. 

‘Mekanîzmayên parastin û pêşîlêgirtinê bi bandor nayên bicîhanîn’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bûyerên kuştinê yên ku tevî fermanên parastinê diqewimin nîşan didin ku pêkanîna mekanîzmayên parastin û pêşîlêgirtinê kêm e û kêmasiya analîzên rîskê, fermanên astengkirinê û hevrêziya nav-sazûmanî destnîşan dike.