TJK-F û CDK-F: Em ê 6'ê Çileyê kolanên Parîsê dagirin

TJK-F û CDK-F'yê bal kişandin ser komkujiya Parîsê û wiha hat gotin: "Divê hesab ji mîlîtarîzm, nijadperestî û bêedaletiyê bê pirsîn. Ji ber vê yekê di serî de hemû jin, em bang li gelê Kurd û dostan dikin ku 6'ê Çileyê kolanên Parîsê dagirin."

Navenda Nûçeyan- Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) û Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F), têkildarî komkujiyên li Parîsê daxuyaniyek dan û ji bo çalakiya navendî ya 6’ê Çileyê banga tevlibûnê kirin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"3 jinên Kurd ên şoreşger hevrê Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) di 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê, ji aliyê tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê ve bi destên îstixbarata Tirk MÎT'ê hatin qetilkirin.

Di salvegera 11'an a komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileyê de em hevriyên xwe Sara, Rojbîn û Ronahî bi minet û hezkirineke mezin bi bîr tînin, bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin û soza xwe dubare dikin ku emê şoreşa jinan a armanc û xeyalên wan bû pêk bînin.

Par di salvegera 10'emîn a komkujiyê de bi pêşengiya hevala Evîn Goyî Tevgera Jinên Kurd a li Fransayê wê bi dirûşma 'Sira dewletê rakin! Dawî li bêcezahiştina 10 salan bînin' çalakiyên protestoyî bihatana lidarxistin lê belê di dema amadekariyeke bi vî rengî de komkujiya Parîsê ya duyemîn qewimî û hevalên me Evîn Goyî, Abdurrahman Kizil û Mîr Perwer li Parîsê hatin qetilkirin.

Tevî ku 11 sal di ser komkujiya 9'ê Çileyê re derbas bûne jî hê zirxa 'sira dewletê' ya li ser dosyaya dozê nehatiye rakirin. Dewleta Fransayê tevî ku dewleta Tirk a faşîst ji ber vê komkujiyê dadgeh nekir, her wiha zemîn ji rûdana komkujiya duyemîn a Parîsê re amade kir. Komkujiya duyemîn a ku 23'ê Kanûna 2022'an hat kirin, berdewama berjewendî û polîtîkayên qirêj ên hikumeta Fransayê û tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê ye. Yên ku fermana komkujiyê dan û kujer zelal in, ya ku ne zelal e, edaleta dewleta Fransayê ya li hemberî gelê Kurd e. Eger dewleta Fransayê naxwaze bibe şirîkê vê komkujiyê divê biryara nepenîtiyê ya li ser dosyayê rake, komkujiya Parîsê ya duyemîn weke komkujiyeke siyasî binirxîne, ne weke bûyereke edlî.

‘Pergala Îmraliyê nîşaneya şênber a qirkirina Kurdan e’

Komkujiyên 9'ê Çileyê û 23'ê Kanûnê weke parçeyek ji polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê Kurd hatin kirin û li dijî Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurd hat birêxistinkirin. Mînaka herî şênber a vê yekê jî polîtîkaya tecrîd û îzolasyonê ya li ser Rêberê me ye. Sîstema Îmraliyê nîşaneya şênber a qirkirina Kurdan e.

Rêberê me komkujiya 9'ê Çileyê weke komkujiya duyemîn a Dêrsimê pênase kir û bi gotina "Ha we êrîşî Sakîne kir, ha jî we êrîşî min kir” bal kişand ser armanca komkujiyê. Komkujiyên yekemîn û duyemîn ên Parîsê nîşaneya îsrara hêzên navneteweyî ya li ser qirkirina Kurdan e lewma ronîkirina van herdu komkujiyan wê bi azadiya fizîkî ya rêberê me be Ji ber vê yekê wezîfeyeke me ya herî esasî ew e ku em li dora Rêbertî bicivin, têkoşîn û berxwedanê mezin bikin. Îsrara li ser paradîgmaya Rêberê me ku gerdûnî dibe, îsrara li ser mirovbûnê ye. Mîna Sakîne, Rojbîn, Ronahî û Evîn... Paradîgmaya Rêberê me ya li dora azadiya jinan, tirsê xistiye nava hêzên hegemon lewma êrîş li dijî pêşengên tevgera jinên Kurd tên kirin. Ji ber ku jinên berxwedêr û azadbûyî li dijî dewletên mêr ên kapîtalîst alternatîfê diafirînin, ji bo mirovên ku li ser jiyana bi rûmet û azad îsrar dikin, dibin ronahî.

'Em ê 6'ê Çileyê kolanên Parîsê dagirin’

Weke şopdarên hevriyên xwe yên ku 9'ê Çileyê û 23'ê Kanûnê şehîd bûn, li dijî hêzên komploger ên êrîşî jinan, gelan û nirxên mirovahiyê dikin, em ji bo azadiyê îsrar dikin. Îsrara ji bo têkoşîna azadiya jinan, îsrara ji bo parçekirina kodên sîstema serweriya mêr e. Lewma şoreşa jinan wê tolhildana me be.

Roj ew roj e ku hesab ji zayendîperestî, mîlîtarîzm, nijadperestî û bêedaletiyê bê pirsîn. Edalet, azadî û demokrasî bi berxwedanê pêk tên. Ji ber vê yekê di serî de jin em bang li gelê Kurd û dostan hemûyan dikin ku 6'ê Çileyê kolanên Parîsê dagirin."

Têkildarî cih û saeta kombûna ji bo çalakiyê jî ev agahî hatin dayin:

6'ê Çileya 2024

Saet: 10:00

Cih: Gare du Nord