TJK-E’yê êrîşa dewleta Belçîka şermezar kir

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E), êrîşa dewleta Belçîkayê ya li dijî televîzyonên Stêrk TV û Medya Haber TV’ê şermezar kir û banga xwedî derketina deng û îradeyê kir.

Navenda Nûçeyan- Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E), serdegirtinên polîsên Belçîkayê yên li dijî Stêrk TV û Medya Haber TV’ê bi daxuyaniyekî şermezar kir.

Di daxuyaniya nivîskî de wiha hat gotin: "Em vê êrîşa dewleta Belçîkayê ya li dijî televîzyonên Stêrk TV û Medya Haber TV’ê ku dengê Gelê Kurd in, bi tundî şermezar dikin. Dewleta Belçîkayê divê demildest dest ji vê nêzîkatiya antî-demokratîk berde, hurmetê nîşanî azadiya Gelê Kurd bide.”

Di daxuyaniyê de ev bang jî hate kirin:

“Di serî de jin divê gelê me xwedî li deng û îradeya xwe derbikeve û bikeve nava liv û tevgerê. Divê em xwedî li televîzyonên xwe derkevin û seferber bibin. Em xwedî li deng û îradeya xwe derbikevin.”