TJK-E li dijî êrişan banga parastina Kurdistanê kir

Koordînasyona TJK-E di daxuyaniya xwe ya êrişên dewleta Tirk şermezar kirî de wiha got: “Di serî de jin em bang li dostên xwe û her kesên ku alîgirê mirovahiyê dikin ku Kurdistanê biparêzin.”

Navenda Nûçeyan – Koordînasyona TJK-E'yê têkildarî êrîşên dewleta Tirk yê di şeva 23’ê cotmehê de li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriye, Şengal û herêmên medyayê daxuyanî da. Di daxuyaniya hatî dayîn de li dijî êrişan banga parastinê li gelê Kurd kir.

Daxuyaniya Koordînasyoan TJK-E wiha ye:

“Dewleta Tirk a faşîst ji bo nixumandina bêçaretî û rewşa xwe ya xitimandî ji doh bi şev ve êrîşî Qamişlo, Kobanê, Minbic, Dêrik, Til Temir, Girê Spî, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Ev êrîş ji bo nixumandina krîza navxweyî ya dewleta Tirk e. Di van êrîşan de  bi taybetî sivîl hatine hedefgirtin. Armanca bingehîn a vê êrîşa dagirkerî komkujiyê tinekirina destketî û gelê Kurd e. Li dijî vî mejiyê hov ku li ser tinebûna gelê Kurd hebûna xwe ava dike, divê her kes seferber bibe. Wezîfeya mirovî ye ku li hemberî vî mejiyê qirker em xaka xwe û gelê xwe biparêzin. Ev yek di heman demê de parastina şoreşa jinê ye. Eve parastina xaka ku ‘Jin Jiyan, Azadî’ jiyanî kiriye ye.

Em rê nadin êrişên qetliamê

Di heman demê de em hêzên navneteweyî ên ku sahaya hewayê ji dewleta Tirk re vekiriye şermezar dikin. Di van êrîşan de ew jî berpirsyarê kuştina mirovan e. Weke jin em ê rê nedin van êrîşên komkujiyê yên dewleta Tirk a faşîst. Em ê hîn bi xurtî xwedî li berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê derkevin û têkoşîna xwe mezin bikin.

Weke TJK-E em bang li gelê xwe, bi taybetî jî jinan û dostên xwe dikin, bang li her kesên ku alîgirê mirovahiyê ne dikin ku Kurdistanê biparêzin.”