TJK-E ji bo tevlîbûna çalakiyê bang kir
Bi boneya 3’ê Tebaxê salvegera Qirkirina Êzidiyan wê li gelek welatên Ewropayê çalakî bên lidarxistin. TJK-E'yê bang li her kesî kir ku tevlî van çalakiyan bibin.
Navenda Nûçeyan- Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) bi wesîleya salvegera Komkujiya Êzidiyan a 3’ê Tebaxê bang li hemû gelên cîhanê kir ku ji bo gelê Êzidî li qadan bin.
'Ji bo pêşerojeke ewle em têbikoşin'
“Bi nêzîkbûna roja 3’ê Tebaxê em ê rêxistinên jinan ên li Ewropayê careke din dakevin qadan û salvegera qirkirina li ser gelê Êzidî ku di sala 2014’an de bi dagirkirina Şengalê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve dest pê kir, şermezar bikin. Em vê serdemê ku berdewamiya polîtîkayên çewisandin, destavêtin, kolekirin û nasnekirina Êzidiyan e, şermezar dikin."
“Bi hezaran jin û zarokên ciwan ên Êzidî hatin revandin, li bazarên koleyan hatin firotin û rastî îstîsmara zayendî hatin. Ji 3548 jinên dîl hatine girtin heta niha tenê 1207 kes hatine rizgarkirin. Nayê zanîn ku jinên hatine windakirin hînê sax in yan na, hêvî û têkoşîna malbatên wan a ji bo dîtina wan qet nemaye.
“Em daxwaza naskirina qirkirina ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de pêk hatiye û ji bo berpirsyariya sûcên li dijî civaka Êzidî hatine kirin dadgeheke navneteweyî bê avakirin dikin. Girîngiyeke mezin e ku DAIŞ û milîsên îslamî yên ku ji komkujî û tepeserkirina civaka Êzidî berpirsyar in, ji kampên (Hole) vekişin û rûbirûyê encamên kiryarên xwe li welatê xwe ê li Ewropayê dîtin girîngiyek mezin dide avakirin.
Ji bo pêşî li êş û wêrankirinên zêdetir bê girtin divê êrîşên hewayî yên li ser Şengalê bên rawestandin
Em bi hev re ji bo edalet, wekhevî û azadiya hemû gelên bindest bi taybet civaka Êzidî têdikoşin.
Bi vê wesîleyê em bang li gelê xwe di serî de jin û dostên xwe dikin ku di çalakiyên ku bi pêşengiya rêxistinên me yên jinan di 3’ê Tebaxê de li seranserê Ewropayê li dar bixin, dengê xwe bilind bikin.
Werin em li Şengal û çar parçeyên Kurdistanê ji bo pêşerojeke ewle xwe bi rêxistin bikin û têbikoşin.”
Cihên ku dê çalakî bên kirin wiha ne:
ALMANYA
Darmstadt:
03.08.23
Dem: 18.00
Cih: luisenplatz
Saarbrucken
03.08.23
Dem: 18.00
Cih: Galeriya Platz
Frankfurt
3.08.2023
Saet 18.00
Navnîşan: NI una Menos Platz/Liebfrauenberg
Hamburg
Dem: 18.00
Cih: Mercedo Altona
Bremen
Saet: 19.00
Cih: Marktplatz
Stuttgart
18:00, Cih:
Schlossplatz/Meydana Kobanê
Dortmund
Dem: 18.00
Cih: Kampstrasse 46
Oldenburg
Saet: 17.00
Cih: Bahnhofsplatz
SWÎSRE
Lucerne
3ê Tebaxê,
Cih: Vögeligärtli
dem: 19:00
Zurich
3ê Tebaxê
saet: 18.00
Cih: Helvetiaplatz
aarau
3 Tebaxê saet 18.30
Cih: Aarau Bahnhof
Bern
3'ê Tebaxê saet di 18:00 de
Cih: Li Bernê li ber parlamentoya Federal
BELÇÎKA
Liege
Saet: 16.30
Cih: Gare Gulimmnes
ENGLAND
London
Dem: 3 PM
Cih: 10 Downing ST, London SW 1A 2AA
SWÊD
Stockholm
Saet: 17.30
Cih: Sergelstorg