TJK-E: 4’ê Nîsanê vejîna jinên Kurd e

TJK-E'yê, bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha got: “Em jinên Kurd rojbûna Rêber Apo weke vejîna jinên Kurd dinirxînin” û bang li jinên Kurd dikin ku beşdarî çalakiyên 4'ê Nîsanê yên ku wê li Ewropayê werin lidarxistin bibin.

Navenda Nûçeyan- Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E), bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand. TJK-E’yê, di daxuyaniya xwe de wiha got: “Pêvajoya ku di 10'ê Cotmehê de bi pêngava; 'Ji Abdulah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ dest pê kir,  li gel meşên protestoyî  yên li dijî  komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê gihîşt qonaxeke girîng. Piştre çalakî û mitîngên jinan ên 8’ê Adarê ku jin bi şîara; 'Azadiya Ocalan azadiya me ye' daketin qadan û herî dawiyê jî li gel pîrozbahiyên Newrozê pêngava; “Ji Rêber Apo re azadî,” li hemû Kurdistan, Ewropayê û welatên din bi xwedîderketina gelan a bi heybet dîrokê de cihê xwe girt.’’

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

 “Paradîgmaya Rêber Apo ya ku jinan esas digre, li dijî pergala kapîtalîst xwe weke serhildanê nîşan dide. Modela Konfederalîzma Demokratîk jî îro ji hemû tevgerên şoreşger ên azadîxwaz re bûye îlham. Rêberê Gelê Kurd 26 sal in di bin tecrîdeke giran de ye û bi vê yekê hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin û bi binpêkirina mafê hevdîtina malbat û parêzeran, tecrîda heyî her roj girantir dibe. Ev 3 sal in têkildarî tenduristî û ewlehiya Rêber Apo tu agahî nayên girtin. Dewleta Tirk a faşîst li gel piştevaniya hêzên navneteweyî hewl dide şer berfirehtir bike. Tevî van hemû êrîşan jî jin û gelê Kurd li dijî vê zîhniyeta faşîst têkoşîneke mezin dimeşînin. Dîrokê jî şahidiya vê yekê kiriye ku tu hêzan nekaribûye jinan û gelê Kurd ji têkoşîna wan vegerîne.

‘Gel derbeyeke mezin li desthilatdariya AKP û MHP’ê ya faşîst xist’

Di hilbijartinên xwecihî yên di 31'ê Adarê de yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de gelan careke din daxwaza îradeya xwe kir. Gel bi têkoşînê serkeftineke mezin bi dest xist û îradeya xwe derxist holê. Gelan derbeyeke mezin li desthilatdariya AKP û MHP’ê ya faşîst xist. Di hilbijartinên 31'ê Adarê de ya ku têk çû faşîzm bû, ya ku bi ser ket jî têkoşîna gelan a demokrasî û azadiyê bû.

‘4’ê Nîsanê vejîna jinên Kurd e’

Em jin 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi têkoşîn, îrade û baweriyeke mezin pêşwazî dikin. Em jinên Kurd rojbûna Rêber Apo weke vejîna jinên Kurd dinirxînin. Her wiha ji rojbûna Rêber Apo re çend roj mane û em weke TJK-E’yê rojbûna Rêber Apor bi çalakiyên cuda yên di navbera rojên 3 û 7'ê Nîsanê de bi coşeke mezin pêşwazî bikin. Bi vê wesîleyê em ji niha ve rojbûna Rêber Apo pîroz dikin. Em ê her roj bi mezinkirina têkoşîna xwe, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.

Roj roja mezinkirina têkoşînê ye. Roj roja têkbirina faşîzmê û ji bo jiyana azad, meşa li gel Rêber Apo ye. Bi vê wesîleyê em bang li her kesê dikin ku beşdarî çalakiyên Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê yên ku wê li Ewropayê werin lidarxistin, bibin.’’