TJA'yê têkildarî 10’emîn komkujiya Roboskiyê daxuyanî da
TJA'yê têkildarî 10’emîn komkujiya Roboskiyê daxuyanî da û diyar kir ku dê heta darezandina faîlan têkoşîna xwe ya edaletê dewam bikin.
Navenda Nûçeyan - Li Gundê Roboskiyê yê girêdayî Qilebana Şirnexê di 28'ê Kanûna 2011'an de bi bombebarana balafirên şer ên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) 19 jê zarok 34 gundî hatin qetilkirin. Tevgera Jinên Azad (TJA), têkildarî Komkujiya Roboskiyê daxuyaniya nivîskî da.
“Tenê yek berpirsiyar nehat darezandin”
TJA'yê ragihand ku komkujiya Roboskiyê berdewamiya polîtîkayên înkarê yên bi sedan salan e û got:"Sînorên sunî yên zihniyeta netew-dewletê ava kiriye mîna zîncîra li mafê statuya kurdan û jiyana azad a kurdan hatiye xistin e.”
“Polîtîkaya dijminahiyê li her derê di dewrê de ne”
TJA’yê di serî de rewşa li girtîgehan bibîr xist û destnîşan kir ku li ser hemû aliyên civakê komkujî didome û wiha domand: “Bi rêbazên şer li Îzmîrê rêhevala me Deniz Poyraz qetilkirin.
Dixwazin çavên jinên li hember polîtîkayên îmha û înkarê serî natewînin bitirsînin.”
TJA'yê diyar kir ku ew 34 kesên hatine qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tîne, wan Roboskî ji bîr nekiriye û wê ji bîr nekin û got ku heta bersûc derkevin holê ew ê têkoşîna azadî, demokrasî û wekheviyê bidomîne.