TJA'yê salvegera xwe ya 6'emîn pîroz kir
TJA’yê salvegera xwe ya 6’emîn pîroz kir wiha hat gotin: “Wê azweriya azadiyê ya jinên li zindan, kolan, mal, çiya, deşt û li her dera dinyayê li ber xwe didin, bi ser bikeve. Wê têkoşîna me bi ser bikeve.”
Navenda Nûçeyan – Tevgera Jinên Azad (TJA) ku di têkoşîna jinan de serkeftinên girîng bi dest xist û li gel hemû zextên desthilatdariyê jî paşve gav neavêt, îro ket sala xwe ya 6’emîn. TJA’yê der barê sala xwe ya 6’emîn daxuyaniyeke nivîskî da û wiha diyar kir: "Dîroka me dîroka berxwedanê ye. Ev berxwedan û têkoşîn bi keda jinan gav bi gav hat avakirin. Li warê Xwedawendan Lîlîth, li Gimgimê Ekîn Wan, li Dêrsimê Zarîfe, li Silopiyê Dayika Taybet, li Lêlikanê Bêrîtan, li Şengal û Efrînê jinên winda û li zindana Amedê jî Sakîne bû."
“Me li hemberî polîtîkayên zext û zordariyê serî netewand”
Di daxuyaniya ku hat destnîşankirin de ew tovên berxwedan jinan û hêrsa jinan in, wiha hat gotin: "Dilsoziya me ya ku hînkirina herî mezin a dîroka me ya berxwedanê ye û serî li ber polîtîkayên çewisandin û tirsandinê bi me nedaye netewandin, yek ji destkeftiyên herî mezin a têkoşîna me ye. Tevgera jinên Kurd di 20’ê Mijdara 2016’an de zextên qirkirin û asîmîlasyona di bin navê Rewşa Awarte de rakir û bi banga Meclisa Jinan a DBP’ê dest bi rêwîtiya xwe kiriye û bi şîara ‘Em li hemberî darbeyan têkoşîna xwe bi rêxistin dikin’ bi beşdariya jinên ji Kurdistan, Tirkiye û rêxistinên jinên cîhanê bi navê TJA’yê xwe bi rêxistin kiriye.
Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin
“Zîhniyeta mêr a monîst; têkoşîna jinên Kurd a ku tê xwestin dengê wê were birîn îro TJA’yê dewr girt û bi mîrateya berxwedana jinên bi rûmet geş dibe. Jin di dîroka mêtingeriyê de jî bûne pêşengên herî dînamîk ên veguherîna civakê û berxwedanê, li hemberî têkiliyên desthilatdarî û zordestiyê, wekî avakerên hevgirtin û jiyana komunal bûne hêza sereke ya têkoşîna civakê. Jinên ku di dîroka mêtingeriyê de bûne pêşengên herî dînamîk ên berxwedan û veguherîna civakî, di heman demê de li dijî têkiliya desthilatdarî û desthilatdariyê weke avakera hevgirtin û jiyana hevpar bûne hêza serdest a têkoşîna civakî. Şaristaniya bi dewlet, bi dizî û tunekirina zagonên civaka exlaqî-polîtîk ên ku dîroka jinan ji holê radike û berdewamiya civakîbûnê misoger dike, pergala serdest a mêr derxistiye holê.
“Jinan ji bo mafên xwe yên bingehîn li ber xwe dan”
Tevî van hemûyan jinan bi ‘nasnameya jinan’ ku ji bo wan hatiye çêkirin razî nebûn û weke ‘serhildana yekemîn a mêtingeh a herî kevn’ têkoşînê bi rê û rêbazên cuda meşandine. Jin li dijî her cure tundî, newekhevî û paşguhkirina li dijî hebûna xwe, ji kolanan heta girtîgehan, ji kargehan heta zeviyan, ji dibistanan heta meclisan di hemû qadên jiyanê de ji bo mafên xwe yên herî bingehîn ên sivîl li ber xwe dane. Mafên jinan ku di dîroka berxwedanê de bi dest xistine, tevî ku rastî gelek êrîşên dewleta serdest a mêr hatine, bi hêz û hevgirtina ku ji dîroka têkoşînê wergirtiye berdewam dike.
“Şîdet veguherî qirkirina jinan”
Îro jî teşeyên şîdetê yên wekî tacîz, tecawiz û îstîsmarê sîstematîk bûne û veguherîne qirkirina jinan, bloka faşîst a AKP û MHP’ê bi polîtîkayên ku dijminatiya jinan dike, vê qirkirinê kûrtir dike. Saziyên jinan hatin girtin, îradeya jinan bi riya qeyûman hat desteserkirin, her siyasetmedara jin a ku di têkoşîna azadiya jinan de cih girt, bi cezayên dehan salan hewl hat dayîn bên tirsandin. Ev polîtîkaya tirsandinê bi xwe encama tirsa dewleta serdest a mêr a li hemberî jinan û jinên ku di veguhertina civakî ya sosyolojîk-siyasî de dînamîkeke girîng in. Hikûmeta ku ji gelek aliyan ve êrîşî jinan dike, bi polîtîkayên tendirustiyê yên tê wateya mudaxeleya li ser bedena jinan, pergala perwerdeyê ya ku newekheviya zayendî kûrtir dike lê li hemberî desthilatdariyê têkoşîna jinan heye ya ku her dem li kolanan û li qadan e.
“Wê têkoşîna me bi ser bikeve”
Aqilê dewletê yê mêr ku gelek êrîş û zext veguherand konsepta şerê taybet û dema li hemberî tecrubeya dîrokî ya tevgera jinên azad tu encam bi dest nexist êdî dest bi riyên wekî girtin, destgîrkirin û terorîzêkirinê kir. Rastiya ku wan bêhejmar ceribandin lê her tim têk diçin, nîşan dide ku textên wan ên ku li ser înkarkirina heqîqetê ava kirine, bêguman wê hilweşe. Em jinên ku li heqîqet û azadiya dîroka berxwedanê digerin, di 5’emîn salvegera avabûna TJA’yê de careke din tinîn bîra hişmendiya serdest a mêr. Wê jin bi ser bikevin. Wê gelê Kurd û gelên bindest bi ser bikevin. Em jin bi perspektîfa riya sêyemîn neteweya demokratîk ava bikin. Jiyana azad wê bi keda me jinan bibe şêwaza jiyanê. Wê azweriya azadiyê ya jinên li zindan, kolan, mal, çiya, deşt û li her dera dinyayê li ber xwe didin, bi ser bikeve. Wê têkoşîna me bi ser bikeve. Bijî tekoşîna jinên azad, jin jiyan azadî.”