TJA’yê ji bo beşdariya danişîna Ayşe Gokkan bang kir

Ji ber ku biryara cezayê sal û 8 mehan ê li berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan ji aliyê dadgeha Îstinafê ve hat betalkirin, wê sibe careke din darizandin dest pê bike. TJA’yê banga tevlibûna danişînê li hemû jinan kir.

Navenda Nûçeyan- Der barê berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan de ji ber dema Şaredara Nisêbîna Mêrdînê bû, li ber sînor li dijî dîwarê ku dixwestin ava bikin, çalakî li dar xist, doz hatibû vekirin. Dadeghê der barê Ayşe Gokkan de di aliyê ‘Ziyandayîna malê civakê’ de bereata kir û der barê îdiaya ‘herêmên qedexe yên leşkerî û herêmên ewlehiyê binpê dike’ biryara cezayê salek û 8 meh ê girtîgehê hatibû dayîn. Parêzeran piştî serî li dadgeha bilind dan, careke din biryar hat dayîn ku Ayşe Gokkan ji ber ‘Binpêkirina herêmên leşkerî û ewlehiyê’ were darizandin. Wê careke din danişîna Ayşe Gokkan sibê di saet 13:30’an de li 1’emîn dadgeha cezayê Asliye ya Nisêbinê dest pê bike.

TJA’yê daxuyanî da

TJA’yê li ser hesabê xwe ê medyaya dîjîtal ji bo beşdariya danişîna Ayşe Gokkan ku wê careke din were darizandin bang kir û bi sernavê “Ji bo piştgirya Ayşe Gokkan em li Nisêbinê ne” daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji bo em sedsala 21’ê bikin sedsala jinan, bi sedan car em ji aliyê sîstema heyî ve hatin darizandin lê belê em têk neçûn. Ayşe Gokkan di dema ku şaredara Nisêbinê bû, di rêveberiyên xwecihî de xwest modela jinan a demokratîk ava bike, danişîna doza ku di wê demê de lê hat vekirin, wê li Nisibênî were dîtin. Ji bo piştevaniya berdevka me ya berê ya TJA’yê Ayşe Gokkan, em ê li Nisêbinê werin ba hev.”