TJA’yê bertek nîşanî girtina dayikan da
TJA'yê bertek nîşanî girtina Dayikên Aştiyê Hatun Aslan û Meryem Soylu da û got: “Dayikên Aştiyê ji bo siberoja me têdikoşin."
Amed - Tevgera Jinên Azad (TJA), ji bo Dayikên Aştiyê Hatun Yildiz (72) û Meryem Solu (79) ên ku di 27'ê Sibatê de hatin binçavkirin û duh hatin girtin de daxuyaniyke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tifaqa AKP -MHP'ê ji bo li ser piyan bimîne serî li tundî, girtin û pêkanînên dijdemokratîk dide û ji ber vê jî roj namîne ku kesên demokrasîxwaz û azadîxwaz neyên binçavkirin û neyên girtin.
“Muhlîse ya 60 salî di girtîgehê de qeyîrana dil derbas kiriye”
TJA'yê di daxuyaniya xwe de, diyar kir ku îqtîdara mêr herî zêde jî êrîşî jinên ku li hember wê serî natewînin dike û di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: "Jin bi awayekî neheq û bê hiqûqî tên binçavkirin û girtin. Herî dawî jî di 27'ê Sibatê de ji Dayikên Aştiyê Hatun Aslan a 72 salî û Meryem Soylu ya 79 salî di 27'ê Sibatê de hatibûn binçavkirin û piştî ku 3 rojan di bin çavan de man hatin girtin. Dîsa Muhlîse Karaguzel a 60 salî di girtîgehê de qeyrana dil derbars kiriye û rakirine nexweşxaneyê. Di dema ku Muhlîse birine nexweşxaneyê jî çêr û heqaret lê hatiye kirin."
TJA'yê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Dayikên Aştiyê wicdanê welat in û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: "Ew kesên ku xizmên wan hatine kuştin û ji bo ku tu kesên din neyên kuştin têkoşînê didin e. Ew jinên ku ji bo siberoja me têdikoşin e. Em careke din dibêjin ku hûn nikarin bi polîtîkayên xwe yên zilm û girtinê jin dayik û têkoşîna me têk bibin. Em li hember dîktatoriya we ya faşît serî natewînein. Her ku hûn êrîş bikin em ê jî serî hildin û wê têkoşîna me mezin bibe. Têkoşîna me ya ji bo pêşero û welatekî azad wê berdewam bike."