TJA'yê banga pêdiviyên lezgîn kir
Jinên TJA’yê ku piştî hilweşandina erdhejên pêkanî li qadan ji bo zarok û jinan xebatan dimeşînin, banga pêdiviyên bi lezgînî kir. TJA'yê xwest ji herêmên erdhejê re bi taybetî alîkariya bîberon, mama, ped û malzemeyên hîjyenîk were kirin.
Navenda Nûçeyan – Çalakvanên Tevgera Jinên Azad (TJA) ji destpêka karesata erdhejê bi awayekê organîzê li bajarên ku hilweşîn lê hatiye jiyîn dest bi xebatê kir. TJA ji bo heremê bi taybetî banga alîkariya ped, xwarina zarokan, bîberon û cilûbergan kir.
Aktîvîsta TJA'yê Emîne Kaya a ji Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê re axivî, bal kişand ku weke şer di karasetên xwezayî de jî herî zêde jin û zarok mexdûr dibin û wiha got:
“Wek jin divê ewilî alîkariya Mereş, Dîlok û Semsûrê bê kirin. Hemû jin çûn wan bajaran. Amed bi xwe birînên xwe dikewîne, lê pêwîstî bi wan bajaran heye. Em ji vir careke din dubare dikin, divê ewilî alîkariya Mereş, Dîlok û Semsûrê bê kirin. Hêj ewqas avahiyên ku mudaxile lê nehatine kirin hene ku rewş gelek xeter e. Di dîmenan de hemû hene. Koordînasyona AFAD’ê kêm e divê hejmar were zêdekirin. 5 roj çêbûn hêj cihên mudaxile lê nehatine kirin hene. Mirovên li wir sax hene û birçî û tî ne.”
Emîne Kaya, anî ziman ku kon netêrkêr in û ne di hawirdora hîjyenê de ne û wiha got: “Qasî ku me şopandiye kon kêm in, di her konê de 4-5 malbat dimînin. Cihekî hijyenîk nîn e. Sobejî têr nakin. Ji ber şert û mercên hewayî kon di nava heriyê de hatine danîn û ev ji bo zarokan bê tendurist e. Ji bo zarokan betanî lazim in.”
Pêdivî bi ped ve biberonê heye
Aktîvîsta TJA’yê Emîne Kaya, da zanîn ku gelek pêwîstiyên jinan ên pêdiviyên bingehîn wek ped, malzemeyên hîjyenîk û cilên binî heye û wiha got “Pêdiviyên herî bingehîn ên jinan, ped, malzemeyên paqijiyê, bincil, mont, betani ye, ji bo zarokan mama û bîberon in. Duh gelek mama hatin şandin lê biberon tune bûn. Ji bo bîberonan banga me heye, gelek pêdivî hene. Em weke jin ji bo zarok û jinan tişta ji destê me tê dikin. Heke jinên li wir derve bimînin wê wijdana me rehet nebe.”