TJA'yê banga beşdarbûna mîtînga Enqerê kir
TJA'yê derbarê mîtînga mezin a jinan a ku dê li Enqereyê were lidarxistin de daxuyaniyek weşand û hemû jin vexwend ji bo mîtîngê.
Navenda Nûçeyan – Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê mîtînga jinan a ku dê di 10'ê Çileyê de li Meydana Tandogan a Enqereyê were lidarxistin de peyamek parve kir û bang li hemû jinan kir ku beşdar bibin.
Peyama TJA'yê wiha ye: "Em dest ji maf, jiyan û azadiya xwe bernadin. Em bi hêrs, serhildan û hevgirtina xwe ya li dijî newekhevî û neheqiyê dengê xwe bilind dikin. Ji bo wekhevî, ji bo edaletê, ji bo azadiyê; ji bo ku em niha bibêjin aştî, em li dijî kuştina jinan, xizaniya jinan û newekheviya zayendî bi hev re radiwestin.
Em li dijî şîdeta li ser jinan bêdeng namînin. Em dest ji Peymana Stenbolê bernadin. Divê qanûna bi hejmara 6284, ku ewlehiya jinan garantî dike, bi bandor were bicîhanîn. Em bang li hemî jinan dikin, bi hemî cudahîyên xwe, ku li dijî şîdet, bêcezatî û kuştina jinan mil bi mil bisekinin.
Em di 10'ê Çileyê de li Enqereyê, li Qada Tandogan, ji bo mîtînga mezin a jinan a Enqereyê dicivin. Em dest ji hêvî û têkoşînê bernadin. Bijî hevgirtina jinan, Jin Jiyan Azadî."