TJA ji bo jin û zarokên mexdûrên erdhejê ‘kona jiyanê’ ava kir

Li bajarokê Bazarcîz ya Mereşê ji aliyê TJA ve li qada kombûnê ji bo jin û zarokan ‘kona jiyanê’ hat avakirin. Wê di çadira jiyanê de ji bo jin û zarokan alîkariya derûnî were dayîn.

Mereş – Erdheja ku di 6’ê Sibatê li Mereşê pêkhat, bû sedemê gelek ziyanên canî û madî, hevgirtina dilxwazan jî mezin dibe. Li mala gund ya Hasankoca ku li bajarokê Bazarcixê ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve ji derveyî çadirên pêdawistiyên jinan, li qada kombûnê ‘kona jiyanê’ ava kirin. Di kona jiyanê de jin dikarin bêhna xwe bidin û sohbet bikin û di heman demê de wê ji bo jin û zarokan alîkariya derûnî were dayîn.

Banga hevgirtinê

Endama TJA Saliha Ayata bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bang li jinan kir û wiha got: “Ev 10 roj e em li vê derê ne, me ji bo jinan qada jiyanê ava kir. Niha jî me ji bo jinan qadek vekir, em li benda hevgirtinê ne. Jin Jiyan Azadî.”