TJA: Em zimanê nefretê yê li dijî birêz Ocalan qebûl nakin

TJA’yê, nêzîkatiyên hinek saziyên çapemeniyê li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rexne kir û da zanîn ku divê li dijî zimanê nefretê, gotinên aştî, azadî û wekheviyê werin bihêzkirin.

Amed – Piştî hevdîtina 28’ê Kanûna 2024’an a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re çêbû, di raya giştî û çapemeniyê de gelek nîqaş hatin kirin. Lê belê hinek saziyên çapemeniyê, nêzîkatiyek ji rastiyê dûr, ji cîdiyetê dûr, ji ehlaqê pîşeya rojnamegeriyê û giraniya mijarê dûr, nîşan dan. Tevgera Jinên Azad (TJA) li hember van nêzîkatiyan bertekek tund nîşan da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku  pirsgirêka Kurd mohra xwe li dîroka sed saleyî ya Tirkiyê daye, gelan di vê riyê de bedêlên mezin dane. TJA’yê destnîşan kir ku ji bo çareseriya aştiyane ya vê pirsgirêkê îro jî hewldan hene. TJA’yê da zanîn ku lê belê wek duh îro jî derdorên ku ji şer rantê dixwin, van hewldanan kirine hedefa xwe. TJA’yê wiha got: “Lê belê birêz Abdullah Ocalan mîna dûh, îro jî di cihê ku aktore kilît ê pirsgirêka Kurd bi riya aştiyane çareser bike de ye. Tevî ku ev 26 sal in li Îmraliyê di nav şert û mercên dijwar ên tecrîd û îşkenceyê de ye jî, ji bo pêkanîna wekheviya gelan, azadî û aştiyê di nava hewldanên zêde de bû. Birêz Abdullah Ocalan sembola ku emrê xwe ji bo gelê Kurd daye, berxwedan û aştiyê ye û gelê Kurd azadiya xwe di azadiya birêz Ocalan de dibîne. Ji ber vê yekê ye ku ji bo aştiyek mayînde, şert û mercên tenduristî, ewlehî û azadiyê yên birêz Ocalan di serî de gelê Kurd, pêkanîna têkiliya bi gelê Kurdistan û Tirkiye re hatiye, bûye daxwaza bingehîn a gelan.”

‘Birêz Ocalan temînata jiyana bi hev re ye’

TJA’yê bal kişand ser nêzîkatiyên hinek saziyên çapemeniyê yên li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku ev yek ji aliyê jinan ve nayê qebulkirin. Daxuyaniya TJA’yê wiha berdewam kir: “Hinek endamên çapemeniyê di şûna ku rola birêz Ocalan bibînin, ketine nav nêzîkatiyên bê cidiyet. Bikaranîna zimanê neçareseriyê, şer û nefretê, ji aliyê gelê me û me jinan ve nayê qebûlkirin. Ev zimanê ku bi zanebûn tê meşandin, xwe bi bandora zayendperestî, nijadperestî û şer xwedî dike. Zimanê feraseta ku têkoşîna me ya azadiya jinê hertim li dijî wê rawestiyaye û wek sedema têkoşînê dîtî ye. Birêz Ocalan ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn di bingehê wekhevî û azadiya hemwelatiyan de temînata jiyana bi hev re ye. Felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku bi têkoşîna gelê Kurd hatiye hunandin, hêviya gelên Rojhilata Navîn şîn dike. Pirsgirêka jinê wek pirsgirêka bingehîn dîtiye, jiyana azadiya jinê û têkoşîna wê kiriye xala bingehîn. Bi fikrê hevjiyana azad û paradîgmaya civaka ehlaq û polîtîk re li dijî avabûna mêrsalar û saziyên wê, bûye avakarek jiyana nû. Di têkoşîna 50 salan de, ji bo xwebûna jinê, îrade û hêza wê, bi feraseta mêrê serdest û saziyên wê re, di nav têkoşînek bê hempa de ye.”

Banga bilindkirina zimanê wekheviyê

Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Li ser vê bingehê, banga me destpêkê ji bo tevgerên jinan ên ku têkoşîna azadî û wekheviyê dimeşînin, her wiha hemû hêzên demokratîk ên Tirkiye û gelê Kurdistanê ye. Bila di nîqaşkirina vê pirsgirêka jiyanî de, li dijî zimanê nefretê ku xwe dispêre zayendperestî û nijdapersetiyê, zimanê aştî, azadî û wekheviyê derxin pêş.”