TJA: Em ê parastina xwe ya cewherî bidomînin

TJA bi daxuyaniyêkê bûyera êrîşa zayendî ya li Şirnexê rû da protesto kir û diyar kir ku ew ê li hember polîtîkayên şerê taybet ên dewletê bêdeng nemînin û da zanîn ku ew ê parastina xwe ya cewherî bi pêşxistinê bidomînin.

Êlih- Tevgera Jinên Azad (TJA) êrîşa zayendî ya çawişê pispor a li Şirnexê rû daye bi daxuyaniyekê li Êlihê protesto kir. Daxuyanî li pêşiya avahiyê rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hate dayîn û pankarta “Çeteyên tecawizkar dê hesabê bidin” hate vekirin. 

Aktîvîstên TJA’yê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk, rêveberên DEM Partiyê û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û gelek kes tev lidaxuyaniyê bûn. Daxuyaniyê aktîvîsta TJA’yê Bermal Can xwend.

Bermal Can destnîşan kir ku dewlet bi hemû derfetên xwe ve jinan hedef digire û wiha axivî: “Wekî di bûyera Îpek Erê de jî rû dabû, feraseta pêşîparêz, yekparêz û zayendparêz ên polîtîkayên şerê taybet ên jinan hedef digire, bûyera êrîşa zayendî li Şirnexê hatiye jiyîn. 

‘Me bi hêza xwe parastina xwe ya cweherî pêş xist’

Bermal Can di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku ew ê li dijî polîtîkayên şerê teybet ên dewletê bêdeng nemînin û wiha pê de çû: “Me li her derê, bi hêza xwe ya civakî parastina xwe ya cewherî bi pêş xist, û em ê parasina xwe bidomînin. Derket holê ku faîl wekî ku di bûyera mînaka Musa Orhan de jî pêk hatibû li şûna ku ceza bikin, bi hinceta tenduristiyê ji bo biparêzin revandin Enqereyê. Aşkere ye ku rejîm di çarçoveya şerê teybet de unifomayiyan ji bo êrîşa zayendî, destdirêjî, hişbir û fihûşê zêde bikin, nirxên civakî tune bikin, jin û ciwanan birizînin tên peywirdarkirin. Wekî di vê bûyerê de hatiye dîtin, polîtîkayên şerê taybet ên di şexsên jinan de tên pêşxistin, bi parastina cewherî ya gelê me yê birûmet vala hat derxistin.” 

Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Jin, jiyan azadî” bi dawî bû.