TJA: Em ê parastina sîstema hevserokatiyê berdewam bikin

TJA’yê diyar kir ku hilbijartin ji bo avakirina pergala demokratîk, xwezaparêz û azadîparêziya jinan destpêk in û got: “Li dijî hikûmata faşîst a AKP û MHP’ê em ê parêzvaniya pergala xwe ya hevserokatiyê û şaredariyên xwe bidomînin.”

Navenda Nûçeyan- Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adarê de daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniya bi sernavê ‘Yê serketî û gelê têkoşer û jin bûn!” wiha hate gotin: “Di serî de gelê kurd ê welatparêz û jin ku ji roja ewil ve li malan, li taxan, li kuçe û kolanan beşdarî xebatên hilbijartinê bûn, têkoşîna civakî xurt kirin û ev hilbijartin bi xeta azadîparêziya jinê bi awayekî serkeftî derbas kirin.”

‘Îradeya gel û jinan ve encamê derxist holê’

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Bi saya serê hevalên me yên ku di berdêla canê xwe de sindoq û ray parastin, bi vîna gel, bi vîna jinan ev encam hat bidestxistin. Em hevalên xwe yên ku di pêvajoya hilbijartinê de, bi vîna xwe di girtîgehan de ji bo dahatûya vî welatî li ber xwe dan, bi pêşniyazên xwe pêşengî kirin û li gel me bûn hevkarên vê pêvajoyê, silav dikin û bi minetbarî spasiyên xwe pêşkêşî hebûna wan dikin. Ji bo piştgiriya ku tevgerên jinan ên li cîhanê û Tirkiyeyê di pêvajoya hilbijartinê de dan; ji bo helwesta wan a ji dil û can a ku dev ji berxwedanê bernedan, wek Tevgera Jinên Kurd em wan pîroz dikin û ji bo keda ku dane spasiyên xwe pêşkêş dikin.

 Jinan îsrara Riya 3’yemîn careke din nîşan da

Bi vê hilbijartinê, xeta demokratîk a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi Rêya 3’yemîn afirandiye, bi destê gelên Kurdistanê û jinan ketiye meriyetê û israra jinan a di Rêya 3’yemîn de careke din bi zelalî berbiçav bûye. Ji pêvajoya pêşhilbijartinan heta niha, sekna me ya rêxistinbûyî û bibiryar a li hemberî êrişên li dijî pergala me ya hevserokatiyê, polîtîkayên paşverû, zayendperest, nijadperest û olperest ên DAIŞ’ê û hêzên kontra yên peyrewên wê yên li dijî hevşaredarên me û endamên me yên meclisê pûç û vala kirine. Jinên ku bi tu awayî dev ji hevserokatiyê û angaşta hevjiyana azad bernadin, bi ser ketin.

Berpirsyariyê ji nû ve bi bîr xist

Bi bernameyên me yên ku ji xebatên hilbijartinê yên klasîk cudatir bûn û me ew vediguherandin hevdîtinên civakî; Tevgera Jinên Azad careke din ket nava civakê, bi civakê re danûstendin kirin û hevgirtina xwe xurtir kir. Van hevdîtinan careke din nîşan dan ku avakirina azadiya civakî bes bi hêza jinên rêxistinbûyî pêkan e. Bi derbeya qeyuman ên ku hewl didan jin di qadên taybet de heps bike, li wan malên ku qirkirin lê kur bûye, li wan kolanan Tevgera jinên Kurd bi coş hatin pêşwazîkirin motîvasyona têkoşîna me û hêza me mezin kir, rêya me ya azadiyê ronî kir û di heman demê de berpirsyariya me careke din bi bîr xist.

‘Em ê serkeftinê bi avakirina sîstema jinan mezin bikin’

Wek ku em ji roja pêşîn ve dibêjin; hilbijartin armanc nîn in, ji bo avakirina pergala demokratîk, xwezaparêz û azadîparêziya jinê destpêk in. Hêz, serkeftin û vîna civakî ya ku me derxistiye holê, emê bi avakirina pergala jinê geştir bikin. Pergala mêrsalar a dewletê, têkçûna xwe ya li hemberî gel û jinên rêxistinbûyî ya di hilbijartinan de, bi sepanên kêfî yên li dijî vîna gel, bi darê zorê, hewl dide destkeftiyên me xesp bike. Îro, li dijî hikûmata faşîst a AKP û MHP’ê ya ku di binê navê qaşo hiqûqê de dixwaze careke din vîna gel xesp bike, emê parêzvaniya pergala xwe ya hevserokatiyê û şaredariyên xwe bidomînin û ji bo ku em yên xwe paşve wergirin emê berxwedana xwe bidomînin. Jinên kurd, wek pêşengên têkoşîna azadiyê, ji bo bicihanîna berpirsiyariya xwe ya dîrokî, ji her demê zêdetir ji bo berxwedanê amade ne. Bi vê soz û baweriyê, em careke din berxwedana tevahiya jinan û gelên Kurdistanê ya ku li kuçe û kolanan didome silav dikin, bi baweriya ku dê dozên mafdar teqez bi ser bikevin em vê serkeftina xwe pîroz dikin.”