TJA: Em ê li hemû bajarên erdhejê jiyanê ji nû ve ava bikin
Meclisa Jinan a TJA û HDP'ê ku di çarçoveya bernameya 8'ê Adarê ya li Îslahiyeyê de bi mexdûrên erdhejê re hatin cem hev, diyar kirin ku ew ê li hemû bajarên ku erdhej pêk hatiye, jiyanê ji nû ve ava bikin.
Dîlok - Jinên ku di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de hatin gel hev, bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li ber Navenda Koordînasyona Krîzê ya li navçeya Islahiyeya Dîlokê ku erdhêjê lê da, daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, parlamentera HDP’ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglu û parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan û Cîgira Hevserokên Giştî yên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran her wiha nûnerên gelek partî û rêxistinên civakî yên sivîl cih girtin.
‘Dijminahiya li dijî gel careke din derket holê’
Endama Meclisa HDP’ê Beybûn Aslan anî ziman ku erdheja li Kurdistan, Tirkiye û Sûriyeyê bû sedemê hilweşîneke mezin, ji ber wê bi êşeke kûr û hêrseke mezin ber bi 8’ê Adarê ve diçin û wiha got: “Em ê şîna xwe bikin sedema mezinkirina têkoşîna xwe. Erdhej ji ber xwezaya wê pêşî lê nayê girtin lê belê bi zemînên baş, îmara bê rant ev felaket û qeyran mirov dikare ji holê bide rakirin. Mixabin ev desthilatdariya riziyayî ya ku hemû polîtîkayên wê li ser şer, dijminatiya Kurdan û jinan tên berjewendiyên xwe yên qirêj li bajarên erdhej lê çêbûne xwe koordîne kiriye. Desthilatdariya zayendperest a ku ji gel û çareserkirina pirsgirêkên gel dûr e careke din da nîşandan ku pirsgirêk ne tenê bê koordînebûn e rastiya wê dûrbûn û dijminatîya wan a ji gel e. Sedema yekane ku encamên erdhejê ew qas giran in, şerê heyî ye.”
‘Em ê bajarên xwe li benda wijdanê desthilatan nehêlin’
Beybûn Aslan, bi lêv kir ku di şerên li dijî civakê de dîsa çavkaniyên civakê tên bikaranîn û wiha got: “Ji ber vê sedemê bû ku di rojên felaketê de bûn karsazên kapîtalîst. Hişmendiya baviksalarî û desthilatdar a ku bû kujerê bi hezaran mirov û zindiyan di vê erdhejê de di bin kavilan da ma. Desthilatdariya AKP û MHP’ê heta sê rojên ewil nikaribûn hêza xwe komî ser hev bikin û xwe bigihîjînin herêmên erdhejê. Vê da xuyakirin ku tu amadekariyên wan ji bo bûyerên xwezayî tune ye. Wekî tê zanîn ku tevgera jinan û rêxistinên sivîl ên jinan di navbera sê saetan de bi berpirsyariya civakî me xwe gihandin cihê erdhejê. Bi bîr û baweriyeke mezin bi nêzîkatiyake wekhev dest bi kar û xebatên xwe kir. Ji îro pê de jî wek Tevgera Jinên Azad li hemû bajarên ku erdhej lê qewimiye bi piştevaniya jinan em ê jiyanê bi hev re ji nû ve ava bikin. Em ê ji niha û pê ve ne tenê bajarekî xwe ne jî jineke bi tenê yan jî mirovek li benda wijdanê desthilatdaran nehêlin. Em ê alternatîfên xwe bi hev re ava bikin. Em ê li dijî rejîma faşîst a ku li dijî jiyanê şer tercîh dike, her dem li qadan bin.”
‘Em ê hevgirtinê mezin bikin’
Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş piştî Beybûn Aslan axivî îlankirina OHAL’ê ya bi erdhejê re bi bîr xist ku û wiha got: “Desthilatdar wekî di hemû mijaran de hewl didin erdhejê jî veguherînin firsendê. Desthilatdarî ji bo civakê ji erdhejê biparêze tiştek nekir. Tabloyeke ku mafê jiyanê yê gel ne di xema wê de ye derket holê û her tişt eşkere bû. Serokkomarekî di roja 20’an de dibêje ‘helaliyê’ dixwazim heye li hemberî me. Hevkarê wî yê biçûk (Devlet Bahçelî) ku piştî roja 10’emîn derket qadan ji gefxwarinê paş ve nema. Civak vê dibîne û hîs dike.”
‘Ji bo kêmkirina êşan çi ji destên me were em ê bikin’
Meral Daniş Beştaş, destnîşan kir ku li herêmên erdhejê di serî de jin bi her kesê re di nava piştevaniyê de ne û ev tişt gotin: “Em di 8’ê Adarê de piştevaniya xwe xurtir dikin û bi dirûşma “Em ne bi tenê ne, bi hev re ne” li qadên erdhejê pêşwazî dikin. Em ê bi TIR’ên ji gelek bajarên Tirkiyeyê û Kurdistanê hatine, paketên ku jinan bi rêk û pêk amade kirine bi hev re belav bikin, li daxwazan guhdar bikin û ji bo hindik be jî êşê sivik bikin tişta ji destê me bê em ê bikin.”
Jinan piştî daxuyaniyê ji bo malzemeyên pêwîst ên hatin amadekirin belav bikin dest bi xebatan kir.