TJA’ê banga parastina îradeyê li jinan kir

TJA û DEM Partiyê di daxuyaniya der barê îstifaya hevşaredara Avkevir û Bêrecûkê de de diyar kirin ku wê destkeftiyan nekin qurban û wiha hat gotin: “Em bang dikin ku jin parastina îradeya xwe bikin û li dijî polîtîkayên dijberî jinan bi hev re bin.”

Navenda Nûçeyan- Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî îstîfayên hevşaredarên Avkevira Agiriyê, Bêrecûka Rihayê û Aviska Êlihê daxuyaniyên nivîskî dan.

TJA’yê di daxuyaniyê de diyar kir ku êrişên desthilatdariyê li dijî nêzîkatiyên rêveberiya xwecihî ya azadiya jinê-an, di çarçoveya êrişên polîtîkayên şerê teybet ên beriya hilbijartinê daye destpêkirin de berdewam dikin.

‘Polîtîkayên gefê da meşandin’

TJA’yê diyar kir ku di hilbijartinên 31’ê Adarê de fikriyata hevserokatî û nûnertiya wekhev esas hatiye girtin û ji bo modêleke şaredariya azadîxwaziya jinan û civakparêz xebat hatine destpêkirin û got: “Di serî de jin, xiyanet li hilbijêrên Kurdistanê hat kirin. Hevşaredarên Avkevira Agiriyê, Bêrecûka Rihayê û bajaroka Aviskê ya Qubîna Êlihê îxanet li hilbijêrên xwe yên Kurdistanê kirin. Bi taybetî jî ya Avkevirê ku bi banga desthilatdariyê ber bi xeta îxanetê ve çû. Pergala jinan esas negirt û polîtîkayên gefê li hember hevşaredara me û malbata wê da meşandin.

‘Êriş xizmetê ji sazumaniya faşîst re dike’

Jin bi salan e li dijî pergela serdest a mêr têdikoşin û gelek destkeftiyan bi dest xistine. Em ê li dijî êrişên pergala hevserokatiyê bêtir xwe birêxistin bikin, li dijî dijminatiya li ser Kurdan têbikoşin. Em destkeftiyên xwe qurbanî hesabên erzan nakin. Di riya avakirina jiyana azad de em bang li jinan dikin ku li dijî polîtîkayên dijminatiyê yên desthilatdariyê bên cem hev."