TJA: Divê hevalên me tavilê werin berdan

Di binçavkirinên dawî ku di nav de aktîvistên TJA jî hene de gelek kes hatine binçavkirin û girtin. TJA li ser van girtinan helwesta xwe nîşan dan û diyarkir ku ev girtinane dij qanunî ne û daxwaz kirin ku tavilê girtî werin berdan.

 
Navenda Nûçeyan – Tevgera Jinên Azad (TJA) li ser binçakirin û girtinên di demên dawî de daxuyaniyek nivîskî belav kir û dan diyarkirin ku di arîfeya 8’ê Adara Roja Jinên Cîhanê de jî di destpêkê de li dijî hemû jinan, kesên muxalîf û hemû kesîman êrîşek topyekum heye, êrîş dikin li ser hemû jinan.
“Girtin bê qanunî ne”
Di daxuyaniyê de bal hat kêşandina li ser girtinên dawiyê û wiha hat gotin: “Ji 27’ê sibatê heta niha bi awayek bê qanunî rêveberên MEBYA-DER  û aktivîstên me Ayşe Tutmaz, Ayşe Çelikbilek, Hulya Vurar bi şertê qontrola adli hatin berdan, Yuksel Elmas hat girtin. Di heman demê de aktivîsta TJA Berîtan Onen jî dema duh derket beramberî dadgehê bi awayek bê qanunî hat girtin û tavilê daxwaza berdana wan dikîn.
“Em qet dest ji xeta xwe bernadin”
Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wê jin dest ji têkoşîna xwe bernedin û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em vê qerera faşîstane ya desthiladariya mêr a li beramberî jinan nas nakin. Em weke jin li dijî hemû binçavkirin, girtin, şîdet, zext, bindestî û polîtakayên şerê taybet emê têkoşîna xwe bilind bikin, em qet dest ji xeta xwe bernadin. Em carek din dibêjin heta dawiyê emê li ked û destkeftiyên civakê xwedî derbikevin. Bijî têkoşîna jinan!.”