TJA dê starta 8'ê Adarê li Êlihê bide: Em têkoşînê bilind bikin

TJA dê starta 8'ê Adarê 24'ê Sibatê roja Şemiyê bi meşa ku li Elihê li dar bixe bide. Gurbet Dogan, der barê çalakiya ku bi lidarxistin de axivî û bi gotinên; “Em têkoşînê mezintir bikin” hemû jinan vexwend meşê.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Êlih- Tevgera Jinên Azad (TJA), xebatên kampanyaya ku bi dirûşma “Bi jin, jiyan, azadî re ber bi azadiyê ve” di meha Îlonê de dabû destpêkirin û wê heta 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê bidome, li aliyê din jî dest bi amadekariya starta 8’ê Adarê kir. Piştî starta ku di 24’ê Sibatê de bi meşa li Êlihê bê lidarxistin bê dayîn, jin wê heta 8’ê Adarê li qadan bin. Di meşa ku jinên ji bajarên herêmê jî tevlî bibin de, rojeva esasî azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û li dijî tundî û qetlîamên li dijî jinan ên zêde dibin mezinkirina têkoşîne be.

Di nava çalakiyên ku wê heta 8'ê Adarê li gelek bajar û navçeyan bên lidarxistin de, konvoya binefşî, belavkirina belavokan, çalakiyên çand û hunerê, civînên jinan, belavkirina belavokan û  mîhrîcan û meş cih digrin. Di heman demê de wê jin tevahiya hefteyê li taxan serdana malan bikin. Tê payîn ku  fînala 8'ê Adarê jî bi mîtîngên mezin ên li Amed û Wanê bê dayîn.

Endama Tevgera Jinen Azad Gurbet Dogan, der barê çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê û sedema destpêkirina xebatan li Êlih de axivî.

'Em ê bi meşê re têkoşîna xwe mezin bikin'

Gurbet Dogan, destnîşan kir ku sedema herî girîng a ji bo starta hilbijartina Êlihê polîtîkayên şerê taybet in û diyar kir ev polîtîka piştî Îpek Er bi Rojwelat Kizmaz, berdewam dikin û axaftina xwe wiha domand:

“Di salên dawî de hem li ser jinan hem jî ciwanan polîtîkayên giran tên meşandin. Em van polîtîkayan jî dikarin li her kolana vî bajarî bibînin. Rawestandina vê yekê di destên me de ye. Beriya çend rojan hevalek me ya jin hat qetilkirin. Dixwazin jinên li vir tenê bihêlin û tevli polîtîkayên şer bikin. Em bi salan e li dijî vê têdikoşin. Meşa ku em ê bi vê startê re pêk bînin, ji bo mezinkirina têkoşînê ye.”

'Hem kelecana 8'ê Adarê hem jî hilbijartinên xwecihî heye’

Gurbet Dogan, da zanîn ku wê piştî meşê deklarasyona TJA'yê ya têkildarî 8'ê Adarê jî bê xwendin û diyar kir ku piştî meşê bênavber dê bixebitin. Gurbet Dogan, diyar kir ku tevahiya hefteyê bi namzedên hevşaredar re li qadan kar û xebat meşandine û wiha got: “Em ê di vê pêvajoyê de li gund û taxan bin. Dîsa em ê li her derê behsa tecrîd û grevên birçîbûnê yên li girtîgehan bikin. Ev pêvajo ji bo me jinan pêvajoyeke girîng e. Em hem 8’ê Adarê hem jî hilbijartinên xwecihî pêşwazî dikin. Bi vê yekê re heyecana me jî du qat dibe.”

'Wê jin xwedî li têkoşînê derbikevin’

Gurbet Dogan bi gotinên; “Êlih bajarekî ku bi berxwedan û têkoşîna xwe tê naskirin e. Em dizanin ev xebatên me wê giran û qelebalix derbas bibin. Wê jin her dem xwedî li vê têkoşînê derbikevin” hemû jinan vexwend meşa ku wê roja Şemiyê li Parka Gulistanê dest pê bike û wiha got: “Divê rojê em hemû jin li qadan bin.”