TJA: Şoreşa jinan a ku li Kobanê dest pê kir îro jî didome
TJA'yê têkildarî 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyanî da, bal kişand ser têkoşîna jinan û wiha got: "Şoreşa jinan a ku li Kobanê dest pê kir û koka xwe li cîhanê belav kir, îro jî didome.”
Navenda Nûçeyan – TJA'yê têkildarî 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê di daxuyaniya xwe de bal birin ser têkoşîna jinan û wiha got: "Şoreşa jinan a ku li Kobanê dest pê kir û koka xwe li cîhanê belav kir, îro jî didome. Em Roja Cîhanî ya Piştevaniya bi Kobanê re silav dikin, bi wê baweriyê ku konfederalîzma demokratîk a jinan riya yekane riya derketina ji şerên li Rojhilata Navîn bi taybetî Rojava û aştiya civakî ye û ev rê encax bi têkoşîna azadiya jinan dikare bimeşe."
Tevgera Jinên Azad (TJA), têkildarî 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniya nivîskî da. TJA'yê di daxuyaniyê de wiha got: “Weke Şoreşa Jinê em 1’ê Mijdarê Roja Hevgirtina Kobanê ya Cîhanê ku em hemû nirx û berpirsyariya wê diafirîne pîroz dikin; em bang li her kesê û di serî de jinan dikin ku li dora pergala jinsn a ku Şoreşa Kobanê ava kiriye, bibin yek."
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Ji Konfederalîzma Jinan a Demokratîk re bi Utopyaya me ya Azadiyê re; 'em bi Şoreşa Kobanê ber bi Şoreşa Jinê ya Cîhanê ve dimeşin.
Polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê yên li Rojava ji aliyê dewletên kapîtalîst û neteweyên serdest ên mêr ve li dijî gelê Kurd hatin meşandin, beriya 13 salan bi polîtîkayên şer ên taybet ên li Rojhilata Navîn kûrtir bûn. Hêzên cîhanî ku hikûmeta AKP’ê jî beşek jê ye, DAIŞ, El Nûsra, Ehrar El Şam ava kirin û bi riya van çeteyan jin û zarok jî di nav de bi hezaran kes qetil kirin, jin û zarokên mayî jî li bazarên koleyan firotin mêran.
Lê nikaribûn têkoşîna azadiya jinan û gelan biqedînin. Di serî de Kurd û Êzidî hemû gelên ku ji ber polîtîkayên şer neçar man ji cih û warên xwe hatin koçberkirin, nasnameya wan hat tunekirin û rastî qirkirinê hatin, li ber xwe dan û berxwedanê li çar parçeyên Kurdistanê belav kirin. Tecawiz, tundî û hemû zîhniyeta koledariyê red kir, jinên Kurd ne tenê ji bo nasname û pêşeroja xwe, ji bo avakirin û parastina mirovahiya azad jî 133 rojan têkoşîneke destanî li ber xwe da. Berxwedana jinên Kurd a li Kobanê li dijî tarîtiya ku zihniyeta ku dibêje “Kobanê ket, wê bikeve” dixwaze li ser gelê Rojava ferz bike, bûye ruhê azadiyê û ji bo Rojhilata Navîn û hemû cîhanê bûye hêviyek. Ne tenê li dijî modernîteya kapîtalîst li ber xwe dan, bi avakirina pergala jinê utopyayê veguherandin rastiyê.
Şoreşa Rojava hê jî didome
Şoreşa jinan a ku li Kobanê dest pê kir û koka xwe li cîhanê belav kir, îro jî didome. Em Roja Cîhanî ya Piştevaniya bi Kobanê re silav dikin, bi wê baweriya ku konfederalîzma demokratîk a jinan riya yekane riya derketina ji şerên li Rojhilata Navîn bi taybetî Rojava û aştiya civakî ye û ev rê encax bi têkoşîna azadiya jinan dikare bimeşe.
Weke jinên Kurd, di vê sedsala ku di ronahiya azadiya jinê û têkoşîna neteweya demokratîk de li her derê cîhanê belav bûye û bi felsefeya ku şîara JIN JIYAN AZADÎ li ser esasê wê ye, hêvî û baweriya heqîqetê bi gelan re ava kiriye. Careke din biqîrin, têkoşîna jinan wê bi ser bikeve. Jiyana wekhev û azad; tenê bi jinê dikare were avakirin û hebûna xwe bidomîne. Weke Şoreşa Jinê em 1’ê Mijdarê Roja Hevgirtina Kobanê ya Cîhanê pîroz dikin. Em bang li her kesê û di serî de li jinan dikin ku li dora pergala jinan a Şoreşa Kobanê ava kiriye, bibin yek."