‘Tiştên li Sûriyeyê tê jiyîn berdewamiya komkujiya Kobanê ye’

Hevseroka Saziya Kedkar û Karkerê Civakê ya Kobanê Felek Yusuf bal kişand ser tiştên ku di komkujiya Kobanê de hatin jiyîn û îşaret bi rêveberiya demkî ya li Sûriyeyê kir û got: “Tişta divê bê kirin, yekbûna li dijî DAIŞ’ê ye.”

NURŞAN EBDÎ

Kobanê – Êşa komkujiya li Kobanê ku DAIŞ’ê di 25’ê Hezîrana 2015’an de pêkanî hê didome. Ên ku bûna şahidê komkujiyê, xwestin berpirs bên darizandin. Îro bi avabûna rêveberiya demkî ya li Sûriyeyê re, erkdarkirina kiryaran a li hinek cihan, rastî bertekan hat. Li gorî gel komkujî dersek ku jê were girtin e û îro hê ji bo mirovan xeterî didome.

DAIŞ’ê di 15’ê Îlona 2024’an de 350 gundên bajarê Kobanê yê Rojava dagir kir. Nêzî 300 hezar Kobanî, piştî êrîşê neçar man biçin Tirkiyeyê. Roja 26’ê Çileya 2015’an, DAIŞ di encama têkoşînê de ji Kobanê derket. Piştî darbeya ku DAIŞ’ê xwar, di 25’ê Hezîrana 2015’an de êrîş bir ser gundên Kobanê û zêdeyî 250 sivîl qetil kirin. Li Kobanê derbarê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne de agahiyek rast tuneye. Lê belê rastiya ku tê zanîn, jin û zarok di nav de bi sedan mirov ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin qetilkirin e. Di 25’ê Hezîranê de di roja beriya Cejna Remezanê de di saetên sibehê de DAIŞ’ê êrîş kir û mirovên bê guneh qetil kir. Komkujî piştî wê rojê ji aliyê gelê Kobanê ve wek ‘Şeva Xedarê’ hat binavkirin.

‘Awayê herî tund ê tundiyê pêk anî’

Hevseroka Saziya Kedkar û Karkerê Civakê ya Kobanê Felek Yusuf komkujiyê û di aliyê îro de komkujî çi dibêje, ji ajansa me re nirxand. Felek Yusuf şeva komkujiyê bi van gotinan anî ziman: “Tirkiye û DAIŞ’ê, bi qetilkirina sivîlan tolê ji jin, zarok û pîran girt. Leşkerên bi pere û dagirkeriya Tirk, li dijî gelê Kurd tundiyek dijwar pêk anîn. Wê rojê ji taxên bajêr bêhna xwîn û qetilkirinê dihat. Birîndar û şehîdên me li kolanê bûn. Gelê Kobanê ji bo şikandina DAIŞ’ê bedêlên giran dane.”

‘Hemû tişt bi hevdû ve girêdayî ye’

Felek Yusuf bal kişand ser hevkariya dewleta Tirk û çeteyan û da zanîn ku her tim şoreş bûye hedef û wiha got: “Gelê Sûriyeyê ev bi salan e xeyal dike ku ji rejîma otorîter rizgar bibe û di nava azadî û rûmetê de bijî . Lê belê hikûmeta demkî, girîngî dide îdeolojiyek cîhadî û komek ku bi navên cûda yên feraseta DAIŞ’ê. Ji xeynî vêya tiştek din nêne. Hemû tişt bi hevdû ve girêdayî ne. Tiştên ku îro li Sûriyeyê tê jiyîn, ji derveyî berdewamiya komkujiya Kobanê û şerê bi salan e li Sûriyeyê ne tiştek din e.”

‘Nav were guhertin jî feraset heman e’

Felek Yusuf  anî ziman ku îro tiştên li peravên Sûriyeyê diqewimin û komkujiyên li wir, tundî, îşkence û binpêkirinên wek sûcên li Kobanê li dijî gelê Kurd hatin kirin e û axaftina xwe wiha domand: “Li Kobanê em dibin şahidên ceribandinên ne gelek dûr. Ji ber vê hemû xalên ku em nîqaş dikin nîşan dide ku herçend navê wan were guhertin jî, feraset nayê guhertin. Tiştê ku gelê Sûriyeyê piştî hilweşîna rejîmê jiyan kirin, nîşan didin ku Sûriye ji aliyê îdeolojiyek cîhadî ve tê rêveberin. Ev dê di astek mezin de bibe alîkar ku DAIŞ xwe ji nû ve rêxistin bike û zindî bibe. Wisa xuya dike ku mîna komkujiya li bajarê Kobanê li dijî gelê Kurd hat kirin, li dijî mezheb û komên cûda yên etnîkî yên li Sûriyeyê dê zêdetir komkujî bên kirin.”

‘Tiştê divê em bikin yekîtî ye’

Felek Yusuf destnîşan kir ku ji bo feraseta DAIŞ’ê û îdeolojiya wê ji holê bê rakirin, divê hemû gel û pêkhateyên Sûriyeyê bibin yek û got: “Di vê qonaxê de bi gelemperî, li gel bûyerên ku li Rojhilata Navîn diqewimin, tiştê ku gelê Sûriyeyê bike, bi yek deng, yek nêrîn û yek îradeyê bibin yek e. Ev pêkanîna projeya netewa demokratîk a li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, avakirina Rêveberiya Xweser û yekbûna çeperên Sûriyeyê nîşan daye ku bi vî awayî em dikarin azad û bi rûmet bi hev re bijîn.”

‘Em ê bi hev re têbikoşin’

Felek Yusuf bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Gelê Sûriyeyê mozaîkeke pirreng e. Ji ber vê divê em bi hev re bixebitin û li dijî vê ferasetê têbikoşin û wê ji holê rakin. Em ê li dijî vê feraseta ku nizane riya diçe mirovatiyê û jin û zarokan qetil dike, têbikoşin. Ji bo vê, bi riya têkoşîna gelê Sûriyeyê û xwişk û biratiya wê, em ê her cûrê îdeolojiya dijminê gelê Sûriyeyê ji holê rakin. Weke çawa ku me DAIŞ ji holê rakir, dawî li hebûna leşkerên li herêma me heye. Em ê bikaribin wek entellektuel û ferasetî ji holê rakin. Têkoşîna me entellektuel e û wê ev perwerdê û bi riya bi hev re jiyanê pêk bê. Bi vî awayî em ê Sûriyeyê ji nû ve ava bikin.”