Tirkiye penaberan bi zorê dersînor kir

Dewleta Tirk penaberên mexdûrê erdhejê ku di nav de jin û zarok jî heye, bi zorê dersînorê herêmên ku li Sûriyeyê dagirkiriye, dike. Penaberan bi awayekî bêyî stargeh û pêdiviyên bingehîn hewl didin jiyana xwe bidomînin.

HADEEL Al-OMAR

Idlib- Erdhejên ku di 6’ê Sibatê de navenda wan Mereşê pêk hatin, li bajarên Kurdistan, Sûriye û Tirkiyeyê bû sedema gelek ziyanên canî û madî. Penaberên Sûriyeyî yên ku ji ber şer koçî Tirkiyeyê kirin, niha jî ji ber erdheja qewimî dersînorê bajarên bakurê Sûriyeyê tên kirin.

Yek ji jinên ku ji Şamê koçî Tirkiyeyê bû Ayet Al-Îbrahîm a 33 salî da zanîn i Tirkiyeyê ji ber erdhejê hevjîn û mala xwe winda kiriye û wiha got: “Min hêvî nedikir ku di demek kurt de dersînorê bajarê ya bakurê Suriyeyê bêm kirin. Ji ber ku li vî bajarî tu xizmên min tune ne, ez zehmetiyan dikişînim. Di erdhejê de dîwar bi ser hevjinê min hilweşiya û piştre jî jiyana xwe ji dest da. Bi mirina hevjînê xwe re ez neçar bûm ku du zarokên xwe bi tena serê xwe xwedî bikim. Ez ji mala xwe ya hilweşiya bêyî ku belgeyên xwe yên şexsî bigirim derketim. Ez neçar mam ku bi du zarokên xwe re li parkan û di hin dezgehên giştî de bijîm.”

Hat dersînorkirin

Ayet Al-Îbrahîm, diyar kir ku nasnameya wê di mala hilweşiya de maye û bi van gotinan balkişand li ser zehmetiyên jiyan kir: “Ji ber ku nasnameya min tunebû, 2 rojan ji aliyê saziyên Tirk ve hatim binçavkirin. Ez ji deriyê sînor ê Bab El Hewa dersînorê Idlibê hatim kirin. Polîsên Tirk beriya ku min dersînor bike, bi zorê belgeya 'vegera bi dilxwazî' ku herî kêm 5 salan asteng dike vegerim Tirkiyeyê û nikaribim mafên xwe bistînim bi min dan îmzekirin. Em niha di bin şert û mercên dijwar de li stargehek dimînin. Em pirsgirêkên derûnî dijîn. Ez karek digerim û hemû hewldanên min bêencam man.”

Ketina wê ya Tirkiyeyê hat astengkirin

Yek ji jinên li bajarê Idlibê dijî û bi darê zorê hat koçber kirin Safaa Al-Munawar a 29 salî jî, dema ku ji destûra xwe vedigeriya li nuqteyeke kontrolê ya li nêzî Deriyê Sînor ê Bab El-Selame ji aliyê leşkerên Tirk ve hat girtin û hat dersînorkirin. Safaa Al-Munawar destnîşan kir ku qanûnên parastina penaberan hatine binpêkirin û wiha axivî: “Li Antakyayê avahiya ku bê jiyan dikir hilweşiya. Beriya ku em bi awayekî keyfî bên dersînorkirin, nasnameya min û zarokan jî di nav de hemû belgeyên min ên nasname ji aliyê polîsan ve hat girtin. Ketina min ya Tirkiyeyê hat astengkirin. Hevjînê min li Tirkiyeyê girtî ye û ji bo ez hevjinê xwe bibînim, divê bi rêyên ne qanûnî sînor derbas bikim, lê ev jî xetereyek mezin e.”

Binpêkirin zêde bûn

Çalakvana mafên mirovan ya li Idlibê Roaa Abdel Rahman bal kişand ku binpêkirinên mafan ya li dijî jin û zarokên ku ji karesata erdhejê bandor bûne zêde bûye. Roaa Andel Rahman destnîşan kir ku peymanên navneteweyî yên parastina penaberan tên binpêkirin û da zanîn ku penaberên Sûriyeyê yên li Tirkiyê rastî gelek binpêkirinên ku rê jî dersînorkirina bi zorê vedike tên. Roaa Abdel Rahman da zanîn penaberên hatine dersînorkirin bêyî pêdiviyên bingehîn ji Sûriye re hatine şandine û diyar kir ku ji bo wergirtina giliyan divê li Sûriyê komîteyên mafên mirovan û hiqûqê bên avakirin.