Tirkiye ji Peymana Stenbolê vekişiya
Tirkiyeyê bi biryarnameya Serokomariyê Peymana Stenbolê ku ev demek dirêj bû di rojevê de bû, rastî bertekên sazî û rêxistinên jinan dihat, betal kir û îmzeya xwe paşve kişand.
Stenbol - Peymana Stenbolê ku ji bo jinan pir girîng bû bi biryarnameya Serokomariyê ya di Rojnameya fermî de hat weşandin, betal kir îmzeya xwe paşve kişand ku ev yek dê bi xwe re gelek encamên xirab bîne.
Di biryarnameya Serokomariyê de îmzeya Serokê AKP'ê û Serokomar Tayyîp Erdogan heye. Di biryarnameyê de diyar kiriye ku li ser navê Komara Tirkiyeyê di 11/5/2011'an de peyman hatibû îmzekirin û di 10/2/2012'an de û bi Biryara Wezîran a hejmar 2012/2816'an peyman hatibû erêkirin. Di rojnameya fermî de hat diyarkirin ku der barê peymanê de li gorî xala 3'emîn a hejmara 9'an a Serokomariyê biryar hatiye dayîn îmze paşve hatiye kişandin.
Ev Peymana Stenbolê ku Tirkiyeyê îmze kiribû, li ser wekheviya zayendiya civakî hatibu avakirin. Armanca peymanê ew bû ku di navbera jin û mêr de wekheviyê ava bike û rê li pêş tundiya li ser jinan bigre.
Çend bertekên ku çêbûn:
Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin: Em li dijî yên peymana Stenbolê betal kirin banga têkoşînê dikin! #JihişêXwejîDerbasnekin
Piştgiriya Mor: Em êrîşa li dijî Peymana Stenbolê qebûl nakin! Em destûr nadin mafên me, destkeftiyên me bikevin destên hin kesan! Ne biryara ku we daye Peymana Stenbolê biryara me ye!
#JihişêXwejîDerbasnekin#
Feray Aytekîn Aydogan: Em tu carî dest ji biryara ku me bi têkoşînê bi dest xistibû, ji mafên me bi dest xistibûn nadin. Bi biryarnameyek nîvê şevê careke din diyar bû ku cînayetên jinan polîtîk in. Em ê ji bo jiyan û mafên xwe têkoşînê bidomînin!
#PeymanaStenbolêMafêMeye#
Fîdan Ataselîm: Peymana Stenbolê bi gotinek we nehat îmzakirin, bi gotinek we jî dê ji jiyana me dernekeve, #JihişêXwejîDerbasnekin 15:00 li Îskeleya Kadikoyê. Biryarê paşve bikşîne, peymanê bi cih bîne.
Li aliyê din li gelek bajaran saziyên jinan banga çalakiyan kirin. Jin, di serî de Îzmîr, Stenbol û Enqere dê saetên êvarê ji bo çalakiyan derkevin kolanan.
Ji jinan banga çalakiyê
Piştî biriyarê jinan li gelek navendên Tirkiyê bi gotina (#İstanbulSözleşmesiBizim) PeymanaStenbolêyameye banga çalakiyan kirin.
Stenbol: 20’ê Adarê roja Şemî Saet 17.00'an li Kadikoy
Enqere: 20’ê Adarê Şemî Saet 17:30'an li Şaredariya Çankaya yê
İzmir: 20’ê Adarê Şemî Saet 16.00'an li ber Navenda Çand û Hunerê ya Saylan
Eskişehir: 20’ê Adarê Şemî Saet 14:00’an li ber Kanatlı AVM yê