Tirkiye di ne wekheviya zeyendî de di rêza 129’an de cih digre

Li gora Endeksa Newekheviya Zayendî ya Kurevî Tirkiye di nava 146 welatan de di rêza 129 de cih digre, Afganistan jî di rêza dawî de ye.

Navenda Nûçeyan – Foruma Aborî ya Cîhanê (WEF) Endeksa Newekhaviya Zayendî ya Kurevî ya sala 2023’an weşand. Di endeksa ku di navbera 0-1 puan dida welatan de, ragihandin ku puanê Tirkiye 0,638 e.

Tirkiye 5 gavan paşket

Li gora sala bûrî tirkiye 0,1 puan paşket, di rêzê de 5 gav paşket. Tirkiya ku di sinifa  Avrasya û navenda Asaya de cih digre, di nava welatên wê herêmê de di rêza dawî de cih girt. Di endeksê de rewşa jinan di çar aliyan de hate hesabkirin. Tirkiye di katagoriya ‘bejdariya aborî û firsatan’ de di rêza 133’an de, di aste perwerdeyê de di rêza 99’an de cih digre. Di katagoriya ‘tendirûstî û di mana jiyanê de’ di rêza 100’an, di aliyê derfetên siyasî de jî di rêza 118’an de cih digre.

Di hêjmara jinên di parlementoyê de di rêza 110’an de ye

Di endeksê de daneyên Tirkiye wiha cih girt; di aliyê hêjmara jinên di parlementoyê de di rêza 110’an de ye, bi rêjeya wezîrên jin a ji sedî 6’an e de di rêza 134’an de ye. Li Tirkiyê rêjeya nunertiya jinan di rêveberiyên xwecihî de ji sedî 10,1 e.

Di beşdariya hêza kar de di rêza 130’an de ye

Tirkiye di rêjeya beşdariya jinan a hêza kar de di rêza 130’an de ye, di heman karî de wekheviya bacê di rêza 91’an, di dahata texmînî de di rêza 129’an de ye û di pozîsyonên rêveberiyê de jî di rêza 119’an de ye. Li Tirkiye rêjeya xwendin û nivîsînê di rêza 100’an de ye di qeydên dibîstana seretayî de di rêza 80’an de ye, di qeydên perwerdeya navîn de di rêza 107’an û perwerdeya bilind de di rêza 106’an de ye, di bendewariyên jiyana bi tendirûst de di rêza 108 an de cihê xwe girt.

Afganistan di rêza dawî de ye

Di rêza yekem ya Endeksê de îsal jî Îzlanda di rêza yekem de cih digre. Îzlanda ya di 2023’an de 0,912 puan girtî (ji sedan 91,2) ev 14 sal e di rêza yekem de cih digre. Norveç a di rêza sêyemîn de cih digir îsal di rêza dûyemîn de cih digre, Finlandiya jî di rêza sêyemîn de cih girt.

Di rêza çarem de Yenî Zelanda û Îsveêa ku di rêza pêcem de, Almanyaya ku çar rêz bilidn bûyî si şopîne. 

Nikaragua û Namibya cihê xwe yê di rêza heftem û heştemîn de parast. Herdû welatên ku di rêza 10’an ya yekem de cihê xwe girtin Litnavya û Belçîka ne. Di rêza herî dawî ya endekse de Afganistan cih girt.

Di endekse de hat destnîşankirin ku li seranserî cîhanê rêjeya girtina ne wekheviya zayendî ya kurevî ji sedan 68,4’e. Ev rêje sala bûrî 68,1 bû. Furuma aboriya cîhanê destnîşan kir ku ger ev zêdebûn bi vê lezê berdewam bike, newekheviya zayendî ya kurevî tê texmînkirin ku di 131 salan de bê derbaskirin.