Tirkiye di endekse koletiya modern de di rêza 5’emîn de ye
Tirkiye di Endeksa Koletiya Modern a Kûrewî ya rêxistina mafên mirovan a navneteweyî Walk Free de ketiye rêza 5’emîn. Ji vê rewşê herî zêde jin û zarokên keç zirarê dibînin.
Navenda Nûçeyan- Li gorî Endeksa Koletiya Modern a Kûrewî ya rêxistina mafên mirovan a navneteweyî Walk Free, Tirkiye di rêza 5’emîn de cih digre. Rêxistin di rapora xwe ya dawî ya ku di sala 2018’an de amade kiribû de Tirkiye di rêza 48’an de nîşan dabû. Di pênc salan de wêneyek paşverû ya cidî derket holê.
Rapor bi "koletiya modern" re behsa bûyerên îstîsmara kes ji ber gefxwarin, tundî, zordarî, xapandin an jî mirov nikare ji ber bikaranîna hêzê ya tiştên xirab re red bike yan jî terk bike, dike. Li gorî vê yekê li Tirkiyeyê 1,3 milyon koleyên modern hene.
Welatê ku herî zêde tê dîtin
Welatên ku îsal di endeksê de li ser Tirkiyeyê re cih girtin, Koreya Bakur, Erître, Morîtanya û Erebîstana Siûdî ne. Her wiha Tirkiye bû welatê ku li herêma Ewropa û Asyaya Navîn herî zêde koletiya modern tê dîtin.
Di beşa raporê ya têkildarî Tirkiyeyê de, çavdêriya ku hikûmet yek ji wan welatên ku li hemberî koletiya modern herî kêm gav avêtiye, hat parvekirin. Her wiha sedemên pêş ên xirabûna rewşa welat jî wiha hat ragihandin:
*Bi bendbendiya siyasî re, paşketina di mafên jinan û parastina jinan de,
* Zextên li ser parêzvanên mafên mirovan û muxalîfan,
* Cudakariya li dijî kêmaran,
* Bandora pevçûnan, bi taybetî şerê li Sûriyeyê,
*Ji bo tesbîtkirina mexdûrên penaber û civaka LGBTIQ+, amûrên têr nehatin pêşxistin.”
Herî zêde jin û zarok bi bandor dibin
Di raporê de kesên ku li Tirkiyeyê ji nêrînên cuda rastî koletiya modern hatine, di bin van sernavan de tên nirxandin:
*Xebata bi zorê
Di raporê de tê diyarkirin ku bi taybetî bûyerên ku koçber û penaber neçar mane ku di beşên wekî înşaet, çandinî, karê malê û tekstîlê de bixebitin hatine tesbîtkirin.
*Êrîşa zayendî ya bi zorê
Di nava komên ku rastî êrişa zayendî ya bi darê zorê tên, jin û keçên Sûriyeyê cih digirin, bi taybetî jinên ji hevjînê xwe veqetiyane tên hedefgirtin. Rêxistin diyar dike ku kesên jê pere qezenc dikin jî hene.
*Êrîşa zayendî ya li dijî zarokan
Di raporê de bal hat kişandin ku Tirkiye di vî warî de tedbîrên têrker nagire û bûyer bi têrkerî ji rayedaran re nayên ragihandin, tê diyarkirin ku daneyên zarokên Sûriyeyî yên li kampan dimînin hedef tên girtin hene.
*Zewaca bi darê zorê
Di raporê de Walk Free diyar kir ku di Anketa Nifûs û Tenduristiyê ya 2018’an ku bi hevkariya Serokomarî û TUBÎTAK’ê ya Zanîngeha Hacettepeyê hat amadekirin derket holê ku ji sedî 15’ê jinên 20-24 salî di zaroktiyê de zewicîn. Her wiha rêxistin diyar dike ku jinên li Tirkiyeyê bi mehra olî dizewicin jî xwediyê mafên sînordar in, ji ber vê yekê riskên di zewacê de rastî tundî û muameleya xerab hin zêdetir in.
*Bazirganiya lebatan
Di vî warî de tu îstatîstîkên fermî yên bazirganiya lebatan tune ne. Lê belê Walk Free radigihîne ku ji ber vê yekê ew tenê dikarin li ser operasyonên polîsan ên li ser bazirganiya lebatan agahiyê bigrin û di sala 2022’yan de Înterpol li Tirkiyeyê çeteyek ku Endonezyayê bi bazirganiya lebatan rêkiribû hilweşand.
Şîretên ji bo Tirkiyeyê
Di beşa encama raporê de rêxistina ku ji Tirkiyeyê re pêşniyaran pêşkêş kir, diyar dike ku ji bo ev yek kêm bibin tiştên divê bên kirin jî rêz dike.
* Pêşxistina rêbazên tesbîtkirina mexdûrên koletiya modern,
* Koletiya modern li gorî standartên navneteweyî weke sûc pênasekirin.
* Girtina hemû valahiyên qanûnî yên ku destûrê didin zewaca di bin 18 salî de were pejirandin,
* Zewaca bi zorê di standartên navneteweyî de wek sûc hesibandin,
* Nûvekirina plana çalakiya neteweyî ya ji bo têkoşîna li dijî qaçaxkariya mirovan ku di sala 2009’an de hatiye amadekirin,
* Rakirina astengiyên qanûnî yên ku penaberan ber bi xebatên ne qanûnî ve dibe û xebatê zehmet dikin,
* Têkoşîna li dijî cudakariya li dijî koçber, penaber, jin, zarokên keç û civaka LGBTQI+.