Tirkiye di bikaranîna madeya hişbir de di rêza 4’an deye

Li gorî rapora EMCDDA'ya sala 2022'an a ava bermahiyê ya Ewropa; Tirkiye di aliyê bikaranîna madeya hişbir de di nava 5 welatên destpêkê ên cîhanê de cih digre.

Navenda Nûçeyan- Navenda Çavdêriyê ya Avrupayê ya Tiryak û Rajeriya bi Tiryakê re (EMCDDA) rapora xwe ya 2022'yan a ava bermahiyê ya Ewropayê weşandin.  Di raporê de hate diyarkirin ku bikaranîna madeya hişbir ku di serdema dawî de herî zêde tê bikaranîn li Stenbol û Edeneyê zêde bûye.

Bi karanîna madeya hişbir bi awayek berçav zêde bûye

Li gora raporê;  Zêdebûna bikaranîna madeya hişbir  û piştre re jî madeya hişbir a kîmyewî û sentetîk di dema  desthilata AKP’ê de hem li Tirkiye û hem jî li cihanê bi awayek berçav zêde bûye. Her wiha bikaranîna madeya hişbir ku berê li Çekya û Slovakyayê dihat dîtin, niha li Belçîka, Qibris, rojhilatê Almanyayê, Spanya û Danîmarkayê, Fînlandiya, Lîtvanya û Norwecê ku Tirkiye jî di nav de ye, zêde bûye.

Lêkolîn li ser ava bermahî hate kirin

Di salên 2021 û 2022'an de lêkolînên li ser ava bermahiyê nîşan didin ku bikaranîna madeya hişbir û tiryakkêşiyê di nava salan de li Tirkiyeyê zêde bûye û bûye yek ji welatên xwedî bikaranîna herî zêde. Ji 60 welatên ku di ava bermayiyên wan de madeya hişbir  hate lêkolînkirin, welatên ku di navbera salên 2021-2022’yan de bikaranîna wan zêde bûne wihane: Çekya, Letonya, Almanya, Tirkiye û Qibris.

Sûcên madeyên hişbir  zêde bûne

Li gorî daneyên Wezareta Karên Hundir, girtî û hikumxwaran a ji ber sûcên madeyên hişbir  di nava 7 salan de ji 36 hezar kesan derketiye 128 hezar kesan. Li gorî van daneyan hejmara girtî û hikumxwarên têkildarî madeyên hişbir hatine girtin ji sêyan yekî kesên di girtîgehê de dimînin e.