Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê di fînala çaryek de ye
Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê Zonguldak Ereğli Belediyespor 1-0 têk bir û derket fînala çaryek.

Navenda Nûçeyan - Amedsporê di Lîga Super a Jinan a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de pêşbirkê dike, Amedsporê li Amedê mazûvaniya Zonguldak KDZ Ereğli Belediyesporê kir ku di pêşbirka ewil a pêşbirka Play-Offê ya ewil de 1-1 mabû.
Nîva ewil a maçê 0-0 bi dawî bû. Di dema zêde ya pêşbirkê de bi gola Vusala Hajiyevayê Amedspor 1-0 ket pêşiyê. Piştî serketinê Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê navê xwe derket çaryek fînalê û bi Galatasarayê re hat hemberî hev.