Tîma Îspanyolê: Bi makîneyên kar ketina nava kavilan tê wateya mirinê
Tîma Îspanyolê ya ku li herêmên erdhejê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dida meşandin, Tirkiyeyê terk kir. Tîmê diyar kir ku hikumetê biryar daye komên rizgarkirinê bi makîneyên kar bikevin nava kavilan û got, “Ev tê wateya mirina gelek kesan.”
Navenda Nûçeyan - Kanala Îspanyol rtv, der barê tîmên lêgerîn û rizgarkirinê de diyar kir ku ji gelek welatên cuda hatin herêmên erdehejê û piştre Tirkiyeyê terikandine. Yek ji tîma nûnerêê STK’ê ya Îspanyolê ku di termînala xeta ji derve ya navneteweyî ya Adanayê de ji bo vegerê sekiniye, diyar kir ku hikumeta Tirkiyeyê biryar daye ku bi makîneyên kar bikevin nava kavilan û wiha got: “Xistina makîneyên kar, tê wateya qezenckirina demê lê belê makîne mirovan dikuje, tiştek wisa tê wateya mirina gelek mirovan. Em nabin parçeyek vê yekê.”
‘Krîza mirovî heye’
Dilxwazek ku di tîma Slovakya ya lêgerîn û rizgariyê de cih digre bi bîr xist ku ev çar roj in dixebitin û got: “Ji me re gotin hûn ê îro vegerin, ji be rêdî tam krîzeke mirovî derketiye holê. Hikumetê biryar daye ku bi makîneyên kar bikevin nava kavilan.”
‘Organîzasyonek bi tendirust nehat kirin’
Yek ji tîman wiha got: “Ger koordînasyon û organîzasyonek baştir hebûya, yanî ji hikumet û rayedarên pêwendîdar organîzasyonek bi tendirust ava bikira, wê îro derfetên ku di destên me de hebin me yê hîn zêdetir jê sûdê bigirta.”
Yek ji nûnerên weqfa cîhanî ya bijîjkan ku di tîmên lêgerîn û rizgarkirinê de cih digre bal kişand ser rewşa Sûriyeyê ku lê erdhej pêk hatiye û wiha got: “Ji bo ku hûn rewşa Sûriyeyê bizanibin ez mînakek bidim. Em makîneyên kavilan dibin lê belê sotemeniya ku jê re were bikaranîn tune ye em bi wan mirovan rizgar bikin.”