Tilîyên ku ji tirsê dilerizîn niha kompîtirê çêdikin

Li Rojavayê Kurdistanê xwendina akademîk di qada kompîtirê de piranî di asta teorîk de dimîne, lê Sozvîn Îbrahîm a 32 salî bi hewldan û lêgerîna li ser înternetê ev bêderfetî guhert. Wê tirsê şikand û bû jineke pêşeng di warê teknolojiyê de.

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo – Endezyariya kompîtorê dîsîplîneke endezyariyê ye, zanista kompîtorê, sêwirandin û pêşvebirina pergalên agahdariyê, bernamekirina sepanan û rêveberiya torê vedihewîne.

Rastiya endezyariya kompîtirê li Rojava bi dijwarî û derfetên nû re rûbirû ye. Perwerdeya akademîk di vî warî de li Zanîngeha Rojava pisporiyên endezyarî û teknîkî pêşkêş dike, tevî  binesaziya giştî ya qels, qutbûnên înternetê yên dubare û nebûna laboratuarên pratîkî yên pêşketî.

Zanîngeha taybet a Qurtûba

Endezyariya Komputer û Teknolojiya Agahdariyê li Zanîngeha Taybet a Qurtûba bi karanîna pergala saetên krediyê tê fêrkirin. Armanca fakulteyê ew e ku xwendekaran bi jêhatiyên di bernamesaziya pergalan, hişê çêkirî û rêveberiya torê de perwerde bike, bi projeyên mezûniyetê yên pêşketî yên li ser bingeha algorîtmayan û teknolojiyên nûjen bigihîje lûtkeyê.

Lê xwendekarên ku ji vê zanîngehê der diçin, di jiyana xwe ya piştî zanîngehê de tu gavên pratîkî neavêtine û xwendina wan a çar salan tenê di warê teorîk de dimîne. Tevî ku herêm di van qadan de dijwarî û zehmetiyan dikşînin, xwendekarên jin di lêgerîna qadeke endezyariya kompîtorê de ne, hewl didin dest bi jiyana xwe ya pratîkî bikin.

Sozvîn bendewar nema

Sozvîn jineke Kurd e ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ye, temenê wê 32 salî ye. Niha di kampanyaya Nay a di firotin û bazirganiya kompîtor, laptop û aksesûarên wan de pispor e, dixebite, li kêleka wê jî beşa hesabdariyê birêve dibe.

Sozvîn Îbrahîm der barê tecrûbeya xwe ya yekem de dibêje ku weke jinek dikeve cîhana kompîtoran û zanista ku fêr bûye dixe xizmetê, ji ajansa me re axivî.

Ji bo ku dest bi gava xwe ya destpêkê piştî zanîngehê bike kampanya Nay guncaw bû

Sozvîn da zanîn ku gava xwendekar ji zanîngehê derbiçin divê hesab bikin nû dest bi riya zanistê kirine û li gor nûjeniya serdemê gav bavêjin. Sozvîn di nava gotinên xwe de balê dikşîne li ser biryara xwe ya karkirinê û wihda dibêje: “Li xweşa min nehat ku piştî salên xwendin û westandinê li malê rûnim. Min biryar da çi karek baş hebe ez bikim. Li ser bingeha ku di kampanyayê de beşa hesabdariyê bixebitim lê min dît ku ez bêhtir xwe di çêkirina labtopan de dibînim, cih û derfet ji bo min guncaw bûn ku ez dest bi gava xwe ya destpêkê bikim. Ji bo min ev der çavkaniya fêrbûnê ye, rêxistinên mirovî hene dahata wan zêde ye lê ew demkî ne, yê demdirêj ji bo min bimîne û li ser wê siberoja xwe ava bikim û tiştek taybetî bi xwe vekim, ev der e.”

‘Gava min pêrçeyên kompîtirê vedikirin tilîyên min dilerizîn’

Sozvîn bal kişand ser kesên ku piştgiriya wê kirin û got ku rêveberê kampanyayê bi xwe jî destek daye wê û hiştiye ku tirsa xwe bişkîne, bikeve cîhana kompîtoran û wiha pêl da gotinên xwe: “Destpêkê gava ku kompîtir hat, got ka em ramên wê biguherînin, ez gelek tirsiyam û min got; çawa ez kompîtir vekim, min tu carî venekiriye û gava min pêrçeyên wê vedikirin tilîyên min dilerizîn. Got ku netirse, bişkîne, xirab bike, bavêje û careke du car tu yê fêr bibî. Niha çi kompîtir jî were ez çêdikim. Ev yekem car e ez di kompîtirê Apple de jî kar dikim, çêbibe çênebe jî ez ê bigrim û radestî xwediya/ê bikim. Tecrûbeyek e, ez tê de bi ser bikevim an jî bin bikevim a girîng ew e ku min hewl da. Sedema ku gelek caran mirov di cihê xwe de dimîne tirs e. Tirs dibe sedema pêşîgirtina li pêşketina mirovan. Gava tu bi ser tirsê ve biçî, her tişt hêsan dibe. Êdî mirov li xwe dinêre ku çiqas gavên baş avêtine û bi pêş dikeve, ger binketinê jî bijî rûmeta ceribandinê ji bo wan bes e.”

Lêgerîna li ser GPT YouTube û Google û her xirabûnek nû dibû pisporiyek nû

Sozvîn da xuyakirin ku ew ji bo kompîtirê pergaleke xebitandinê ya nû dakêşîne û saz dike û wiha pê de çû: “Formatkirina kompîtirê û vegerandina kargehê yan jî ji nû ve sazkirina Windowsê jî dikim. Bi lêgerîna di riya GPT, YouTube û Google ez xirabûna nermalava kompîtirê jî çareser dikim. Her cara ku pirsgirêkek û xirabûnek nû di kompîtirê de tê ji bo min dibe pisporiyek nû. Sal bi sal tiştên nû fêr dibim. Tornvîsên kompîtirê ji bo sistkirin û tengkirina pêçên kompîtirê tê bikaranîn, gelek in. Ji ber kompîtir hewceyê tornvîsaran in ku perçeyên wan pir nazik û magnetîkî ne, pir caran ji celebên Phillips (PH0 an PH1) an Torx (stêrk) in.”

Ferasetên zayendperestî

Sozvîn bal kişand ser nêrîna civakê û bi taybetî ya mêran ji bo karê wê û wiha got: “Du ciwan derbas bûn, bi henekî jî be gotin; me digot çima karê me nemaye. Wekî ku hemû xort tên cem jinan ji bo labtopên xwe çêbikin, dema ku jin hene çima wê herin cem mêran. Lê gelek kes ji bo karê ku ez dikim kêfxweş in û bi gotinan xwe hêzê didin min. Ne ji bo ku dixwazim bibim jina yekem vî karî dike û ne jî karê jinan û mêran ji hev veqetînim lê taybetmendiyên min ew e ku dixwazim her tiştî fêr bibim. Mademkî em daxwaza wekheviyê dikin divê ku em her karê ku zilam dikin, fêr bibin û li benda kesê/î nemînin. Lê qet neket hişê min ka wê civak ji bo min çi bibêje, yan jî ez jinek im karê mêran dikim, ya herî girîng ji bo min ew bû ku ez xwe li bendê kesê/î nahêlim. Ji ber wê ez karê xwe pir ecêb nabînim.”

‘Divê hikûmet guh bide berjewendiyên civakê û jîrbûna ciwanan’

Sozvîn bi bîr xist ku çiqas ciwanên herêmê pêşketî bin ewqasî pêşketin û dewlemendiya dewleta ku lê dijîn nîşan dide û di dawî de ev bang kir: “Divê ku hikûmet guh bide berjewendiyên civakê û jîriya ciwanên wê, derfetan pêşkêş bike, rê bide pêşketina teknolojiyê da ku xwendekar û ciwanên weke me jî pê re bi pêş bikevin. Çima dewletên cîhanê wê ji me pêşketîtir bin û me derbas kiribin jî?