Tevlîbûna jinên Mexrîbê di jiyana kar de kêm dibe

Endama Koalîsyona Wekheviyê Amîna Toubalî jî diyar kir ku li Mexrîbê ji sedî 82'ê jinan nikarin bikevin nava jiyana kar û diyar kir ku ji ber newekheviya di jiyana kar de cudahiya hejmara jin û mêran gav bi gav mezin dibe.

HANAN HARET

Mexrîb – Tevlîbûna jinên Mexrîbê di jiyana kar de kêm dibe. Li gorî daneyên dawî yên Komîsyona Bilind a Plansaziyê; Li welat ji ber sedemên kevneşopî, çandî û civakî beşeke girîng a jinan di nava kar de ne. Ji sedî 3,1’ê mêrên zewicî û ji sedî 81,9’ê jinên zewicî di jiyana kar de ne çalak in. Ev rêje ji bo jinên ciwan ên 25-34 salî ku naxebitin ji sedî 79,4 e, ji bo xortan jî ji sedî 3,3 e.

'Hejmar kêmbûnê nîşan dide'

Endama Hevbendiya Wekheviyê Amîna Toubalî tekez kir ku ev hejmar kêmbûna beşdariya jinên Mexrîbê di jiyana aborî de nîşan dide. Amîna Toubalî wiha got: "Weke tevgerên jinan em bi xemgînî rastî van hejmaran tên ku nîşan didin ku tevî xebatên ji bo baştirkirina rewşa jinan di civaka Mexrîbê de, em di bazara kar de rastî cudakariyê tên."

'Piraniya jinan di dema pandemiyê de bêkar man'

Amîna Toubalî bal kişand ser vê yekê ku piraniya jinên ku di sektora taybet de dixebitin ji ber şewba vîrûsa koronayê bêkar mane û wiha got: “Pêvajoya pandemiyê bû sedem ku rêjeya jinan a di jiyana kar de kêm bibe. Bi taybetî li bajarên biçûk ku fabrîqe lê nînin an çandinî lê zêde ye, ziwabûna li pey hev, kevneşopî, zext û bandorên çandî jî bandorê li rêjeya peydakirina kar dikin."

'Di navbera jin û mêran de ferqeke mezin heye'

Amîna Toubalî diyar kir ku daneyên ku ji aliyê Komîsyona Bilind a Plansaziyê ve hatine destnîşankirin, newekhevî û cudakariya li hemberî jinan nîşan dide û got: "Ti qanûneke ku mafê jinan di jiyana xebatê de misoger bike, nîne." Amîna Toubali bal kişand ku li Fasê ji sedî 82yê jinan naçin jiyana kar û wiha got: “Di navbera jin û mêran de jî ferqeke mezin heye. Ev hêjmarek tirsnak e ku bandorê li aboriya neteweyî û tevna madeya xam dike.” Amîna Toubalî destnîşan kir ku ev newekhevî bandoreke neyînî li ser tevna aborî, malbat û civakê dike.

'Têkoşîna hikûmetê ya bi rastiyên civakî re qels e'

Amîna Toubalî bal kişand ser vê yekê ku hin malbat mêran teşwîq dikin ku xwendina xwe bidomînin, di heman demê de jinan ji mafê xwendin û perwerdeyê bêpar dikin û got, "Ev rewş zêdetir li gundan tê dîtin, ku piraniya jinan nikarin biçin dibistanê û bi temekê pir ciwan zewicî ne. Têkoşîna hikûmetê ya li hemberî van diyardeyên civakî qels e." Amîna Toubalî, anî ziman ku ji bo wekheviyê divê têkoşîneke demdirêj bê meşandin û çareseriyên radîkal pêş bixin û wiha domand:

 “Çareseriyên ku dê statûya jinên Mexrîbê pêş bixin û hebûna wan di bazara kar de zêde bikin, encax bi guhertina qanûnên ku piştgiriyê didin pêşdarazî û cudaxwaziyê dikarin werin cîbicîkirin. Girîng e ku bi aktîvkirina xala 19’an a Destûra Bingehîn ku wekheviya zayendî di her warî de destnîşan dike, çareseriyên têkildarî pêşveçûnê pêşkêş bikin. Ji bo teşwîqkirina jinan ji bo beşdarbûna di tevna aborî ya Mexrîbê de, pêwîst e ku derfetên kar ên ku hewcedariyên her herêm an herêmek kesane li ber çavan bigirin werin afirandin. Divê her kes fêm bike ku jin û mêr xwedî heman statuyê ne."