Tevî teşhîsa malbatê jî cenaze li goristana bêkesan hat definkirin

Polîsan di 25’ê tîrmehê de li Nisêbînê bi ser malekê de girtin û endama YJA-Starê Kader Acar jî bombeya li ser xwe teqand û jiyana xwe ji dest da. Tevî teşhîsa malbatê jî cenaze li goristana bêkesan hate definkirin.

Navenda Nûçeyan – Di 25'ê tîrmehê de polîsên tîmên taybet li ser Cadeya Sakarya ya Nisêbîn a Mêrdînê bi ser mala ku endama YJA-Starê Kader Acar (Destan Botan) tê de bû girtin. Kader Acar, guh neda bangên teslîmbûnê, bombeya li ser xwe teqand û jiyana xwe ji dest da. Malbata Kader Acar a li Cizîr a Şirnexê, di 2’yê tebaxê de hate Mêrdînê û cenazeyê li morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê dihat ragirtin teşhîs kir, bi hinceta encamên DNA’yê derneketine, cenaze radestî malatê nehat kirin.

Li ser vê yêkê malbat jî vegeriya bû Şirnexê û xwe li benda encaman DNa bûn. Hat zanîn ku rayedaran cenazeyê Acar rojek berê li Goristana Bêkesan a Goristana Bajêr a Kamor a Artûklûyê veşartine.