Tevî serdegirtin, îşkence û gefan jî êrîşkar nehatin binçavkirin

Li Sêrtê sê kesên ku yek ji wan şawişê pispor bû avêtin ser dikana jina bi navê E.A. Piştî ku saetek îşkence lê hat kirin, gef lê xwarin, dest danîn ser pereyê wê. E.A. diyar kir ku tevî serlêdana sûc kiriye jî der barê kesên êrîşkar de tu tişt nehatiye kirin û got; “Jiyana min di ewlehiyê de nîn e.” Parêzerên Baroya Sêrtê jî gotin ku ew ê bûyerê bişopînin û gotin; “Em ê bixwazin êrîşa zayendî jî li dosyayê were zêdekirin. Niha di dosyayê de îfadeyê jina rastî şîdetê hatiye û rapora derbê hene. Dema ku doz were vekirin, em ê wekî komîsyona mafên jinan daxwaza mudaxiliya dosyayê bikin.”

 
MEDÎNE MAMEDOGLU
Sêrt – Li Tirkiyeyê jin rastî şîdet, kuştin, tacîz û tecawizê tên. Tevî van hemû êrîşan daraz peywira xwe bi cih nayne, bi cezayê kêm cesaretê dide mêran. Ji ber polîtîkayên hikûmetê di 20 salên dawiyê de bi hezaran jin hatin qetilkirin, Peymana Stenbolê ku ji bo jiyana jinan temînata jiyanê bû het feshkirin. Bi taybetî bi destên çawişên pispor û hêzên polîsan ve şîdet li dijî jinan pêk tê, yek ji wan jî li Sêrtê li dijî E.A. ya masoriyê dike, qewimî. Jina bi navê E.A. ya li navenda bajêr dijî û masoriyê dike, diyar kir ku di 6’ê Tîrmehê de ji aliyê çawişê pispor O.E. û mêrê pê re yê bi navê R.B. û jina bi navê C. A. ve li cihê karê xwe saetek rastî îşkenceyê hatiye. 
Avêtin ser cihê wê yê kar, rastî şîdetê hat, dest danîn ser pereyê wê
E. A. diyar kir ku dest dane ser pereyê wê û li ser tiştên qewimîn wiha got: “5 sal in ez bi dîplomaya xwe li salonê masoriyê dikim. Ew roj çawişê pispor ji bo saet 17.00 de ji min randevû xwest. Min jî jê re got ez piştî saet 20.00 naxebitim lê tevî vê yekê hat li derî xist. Min jî ji neçarî wî girt hundir. Ket hundir li derdora xwe nihêrî dûre jî çû çenteyê min ê li ser kanepeyê û telefona min girt. Piştî ku min got hûn çi dikin, bi carekê kulmek li min da. Wê demê min got qey xwîn ji devê min hat, ez hinek tirsiyam. Piştî wê derî vekir û kesên bi navê R.B. û C. A. ku 20 roj bû ji bo madeyên tiryakê bifroşim zextê li min dikirin ketin hundir. Çawa ketin hundir kesê bi navê R.B. ji min re got te got qey tu yê ji min xilas bibî û bi porê min girt.”
“Çawişe pispor bi çekê li serê min xist”
E.A. diyar kir ku kesên ketin hundir gefan lê xwarine, berê çekê dane serê wê û got: “Di wê demê de çawişê pispor E.A. bi çekê li serê min xist. Di rapora derbê de jî xuya ye, nava serê min û pişt stuyê min bi tevahî werimiye. Ji min re got pereyê madeyên tiryakê 3 hezar TL. ye. R.B. ji Wanê madeyên tiryakê tîne û kesekî bi sabiqe ye. Pere ji çenteyê min girtin û gotin ev ê me ye. Di wê demê de çawişê pispor O.T. serê çekê xist guhê min got dengê zengilê hat te, haydê 2 hezar bîne. Tişta ku bû sedema xilasiya min ev bû. Min ji wan xwest telefonê bidin min da ku ji bo wan pere bixwazim. Min telefonê girt li cihê hevalê xwe li 155 geriyam, alîkariyê xwest.” 
Tevî giliyê jî êrîşkar nehatin binçavkirin.
E.A. da zanîn ku bi wê telefonê xwe ji îşkenceyê xilas kiriye lê tevî gilî kiriye jî çawişê pispor û kesên pê re nehatiye binçavkirin û wiha domand: “Ez saetek li hundir rastî îşkence û gefan hatim. Piştî ku polîs hatin xilas bûm. C.A. ji min re got ger tu gilî bikî, wekî O.T. 11 kesên min hene ez ê te bi wan bidim perçekirin. Li emniyetê min hemûyan gilî kir. Bi zorê rapora derbê dan min. Polîsan hema digotin tiştek te tune ye. Ew kes ne hatin girtin ne jî tiştek hat kirin. Piştî min di hesabê xwe yê medyaya civakî de ragihand bûyer hat bihîstin. Parêzerên jin destek dan û parêzer ji min re girtin.”
“Jiyana min di xeterê de ye”
E.A. diyar kir ku piştî bûyerê kesên êrîşkar gefan li wê û malbata wê xwarine û got ku ji ber jiyana wê di xeterê de nikare derbikeve derve. E.A. banga ji bo edaletê kir û wiha got: “Destpêkê dixwazim ji bo wan kesan biryara dûrxistin were girtin. Jiyana min di xeterê de ye. Ji ber derban hê jî hişê min diçe. Nexweşiya sinêrê bi min re çêbû. Gefan li min, malbata min û kesên min nas dikin dixwin. Niha destûra edlî nakin lê ez dixwazim piştî ve yekê cezayê dûrxistinê were dayîn.”
Parêzerên Baroya Sêrtê: Em ê pêvajoyê bişopînin
Parêzerên Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Sertê jî têkildarî bûyerê gotin: “Niha ‘zexta bikaranîna madeyên tiryakê’ û êrîşa li dijî ‘azadiya kes’ heye, her wiha dosyayên cuda yên ‘birînarkirin, desteserkirina mal’ ên cuda hene. Em ê dosyayan bikin yek û bixwazin sûcê êrîşa zayendî jî lê were zêdekirin. Niha di dosyayê de îfadeyên jina rastî şîdetê hatiye û rapora derbê hene. Dema ku doz vebe em ê wekî komîsyona mafên jinan daxwazê mudaxiliya dozê bikin. Niha pêvajoya edlî wiha ye. Em ê bişîpînin.”