Tevî ku cara dawî xwişka min pê re hat dîtin jî bavê min beraet kirin

Ayşe Çeçen piştî ku rastî tecawiza çawişê pispor hat ji aliyê malbatê ve hatibû qetilkirin. Bavê wê Mehmet Faruk Çeçen û 3 xizmên wê yên ku dihatin darizandin hatin beraetkirin. Xwişka Ayşe, Berfîn Çeçen bi gotinên “Tevî ku cara dawî xwişka min bi bavê min re hatibû dîtin jî bavê min beraet kirin” bertek nîşanî biryarê da. Endamên Platform Jinan Şahmaran a Mêrdînê jî diyar kirin ku ew biryarê qebûl nakin û heta kujer werin cezakirin dê têkoşîna xwe bidomînin.

 
MEDÎNE MAMEDOGLU
Mêrdîn – Li Qosera Mêrdînê di sala 2013’an de piştî ku Ayşe Çeçen a 17 salî winda bûbû, malbatê serlêdana “windabûnê” kiribû lê der barê wê de tu agahî bi dest neketibû. Piştî çend salan di 2019’an de komên asayîşê li bajarê Qamişlo yê Bakur Rojavayê Sûriyeyê cenazeyek hatibû definkirin dîtin û tesbît bû ku cenaze yê Ayşe Çeçen e. Ji vê dozê 4 kesên ku 3 ji wan girtî dihatin darizandin danişîna biryarê hat dîtin. Di danişîna ku li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran  Mêrdînê hat dîtin de, bavê Ayşe Çaçan Mehmet Faruk Çeçen, apên wê Îdrîs û Îsmaîl Çeçen û xizmê wan Îdrîs Çeçen ên ji ber qetilkirina plankirî dihatin darizandin amade bûn. Parêzerên sûcdaran û ji Wezareta Polîtîkayên Malbatê û Civakê parêzerek jî beşdar bûn. 
Li gorî parêzer cenaze tune ye
Bersûcan sûcdariya li dijî xwe qebûl nekirin, parêzaran jî wekî di danişînên din de îdia kirin ku  dibe ku hê jî Ayşe Çeçen sax be, cenazeyê ku li Qamişloyê hatiye dîtin teqez nîn e ka ew e yan na û daxwaza beraetê kirin. Piştî parastinên hatin kirin dozgeriyê, xwest bersûc werin cezakirin lê dadgehê ji ber kêmbûna delîlan biryara beraeta bersûcan da.
Ayşe ne ya pêşîn e dê ya paşîn jî nebe
Piştî biryarê xwişka Ayşe Çeçen Berfîn Çeçen a me xwe gihîştandê berteka xwe bi van gotinan anî ziman: “Ji wêneyê ceneze diyar bûye ku xwişka min e û tevî ku xwişka min cara dawiyê bi bavê min re hatibû dîtin, dema ku me serlêdana ji bo windabûna wê kiribû, cilên li ser û cenazeyê hatiye dîtin isbat dikin ku hatiye qetilkirin. Tevî vê yekê jî bersûca hatin beraetkirin. Xwişka min ne a yekem e ne jî dê ya dawî be. Heta ku cezayên giran neyên dayîn dê jin û zarokên me werin qetilkirin.
Ez dizanibûm ku dê dosyayê bigrin 
“Di van çend salên darizandinê de me gelek tişt jiya. Min texmîn dikir ku dê ecam wiha be. Her kesê dizanibû lê me texmîn nedikir ewqas zû be. Dosyayê dê bi vî awayî bigrin, ez wekî navê xwe vê yekê dizanibûm, ji ber vê tiştek ku ez bibêjim tune ye. Em dizanin ku piştgiriya jinan a ji bo hev di gelek dozan de encamên baş bi xwe re tîne lê ev ji bo dozên li dadgehan tên dîtin derbasdar nîn e, doza xwişka min jî yek ji wan e.” 
“Daraza mêr dîsa kujer parast”
Platforma Jinan Şahmaran a Mêrdînê jî bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî biryarê da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî 7 salan dema ku diyar bûye Ayşe Çeçen hatiye qetilkirin bersûc hatine girtin lê di danişîna duh de hemû hatine beraetkirin û wiha domiya; “Wekî Platforma Jinan Şahmaran me dozê dişopand, em li benda cezakirina failan bûn lê tev hatin berdan. Daraza mêr, careke din nîşan da ku mêrên kujer diparêze. Cînayetên jinan ku dikarî bibêjî qirkirina jinan her roja diçe zêdetir dibin û daraza mêr li cihê pêşî li vê bigre failan serbest berdide.” 
“Em biryarê qebûl nakin”
Di daxuyaniyê de, hat diyarkirin ku ji ber polîtîkayên jinan tune dibînin, dijminahiyê dikin her roja diçe zêdetir jin ten qetilkirin û bi gotina “Em berdana bersûcan a doza Ayşe Çeçen tu carî qebûl nakin” wiha hat gotin; “Heta ku ev neheqî û bêhiqûqî ji holê rabe, em ê dengê xwe bilidn bikin. Peymana Stenbolê û zagona bi hejmara 6284 ger bihata pêkanîn dê Ayşe Çeçen nehata qetilkirin. Em biryara beraetê ya vê dozê qebûl nakin û heta kiryar werin cezakirin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
Çi bûbû?
li Li Qosera Mêrdînê di sala 2013’an de malbata Ayşe Çeçen a 17 salî îxbara windabûnê kiribû. Çend sal paşê di sala 2019’an de cenazeyê wê li bajarê Qamişlo yê Bakur Rojavayê Sûriyeyê li cihekî definkirî hatibû dîtin û ji aliyê malbatê ve hatibû teşhîskirin. Di çarçoveya lêpirsîna ku hatibû destpêkirin de diyar bûbû ku Ayşe ji aliyê bavê xwe ve hatiye qetilkirin. Ayşe piştî ku li Qoserê rastî tecawiza çawişê pispor E. T. hatibû şandibûn stargehan jinan lê dû re ji aliyê bavê xwe ve ji wir hatibû girtin û qetilkirin.