Tevî hemû zextên Talîbanê jî di perwerdê de bi biryar in

Li bajarê Mezar-i Şerîf yê Efganîstanê tevî zext û gefên Talîbanê jî mamosteyên jin bi vekirina dibistanê perwerde didin û xwendekarên keç jî perwerde dibînin.

BAHARÎN LEHÎB

Kabul -Talîbanê ku rêveberiya Efganîstanê girt ser xwe, deriyên perwerdeyê ji zarokên keç ên refa 6’an û jor re girtin. Sala borî, Talîbanê heman qedexe li Mezar-i Şerîf, ku yekane bajarê ku zarokên keç ên refa 6’an û jorîn destûr didan biçin dibistanê, ferz kir û gelek mamosteyên jin ji kar derxistin.

‘Dixwestin em fermanên wan bi cih bînin’

Mamosteya jin a ji dibistana keçan a Mezar-i Şerîf bûyera qewimî wiha ragihand: “Piştî ku Talîban Mezar-i Şerîf xist bin kontrola xwe, piştî hefteyekê biryarek ji bo mamosteyên jin û zarokên keç girt. Talîbanê hemû mamoste vexwendibû midûriyeta perwerdehiyê ya parêzgehê ji bo civînekê. Piştî civînê gefa mirinê li me xwarin di rewşa ku em guh nedin fermanên wan de. Lê ger em bên qetil kirin jî, em bi biryar bûn ku zarokên keç perwerde bikin û dibistanan vekin.”

‘Her roj dihatin dibistanê û dest bi gefan dikirin’

Mamosteya jin anî ziman ku rayedarên Talîbanê her roj dihatin dibistanê û dest bi gefan li wan dikirin û wiha got: “Rojekê dema ez diçûm dibistanê berpirsê Talîbanê ez bê hîcab dîtim. Piştî ku bang li min kir û hişyar kir, min hîcab li xwe kir, rûyê xwe pêça û ketim refê. Rayedarekî Talîbanê ket hindirê refê û gef li her kesê xwar ku ger guh nedin hîcabê wê ji refê derkevin.”

‘Zextan biryardariya xwendekarên keç lewaz nekir’

Mamosteya jin, anî ziman ku zextên rayedarên Talîbanê yên li ser dibistanên Mezar-i Şerîf bûne rutîn û wiha dewam kir:

“Carnan li ber deriyê dibistanan rûdinin û li çenteyên xwendekaran digerin. Ger di çenteyên xwendekar û mamosteyan de materyalên kozmetîkî an jî hîcabên rengîn bibînin, yekser çenteyên keçan distînin û nahêlin bikevin dibistanê. Ger careke din tiştekî wiha bibînin, bi çekê gefan li wan dixwin. Xwendekarên keç ji vê rewşê û girtina dibistanan ji aliyê Talîbanê ve bêzar bûne. Lê tevî zehmetiyan jî biryardariya xwendekarên jin lewaz nekirin.”