Tevî hemû astengiyan jin li dijî ferzkirina hîcabê têdikoşin

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hîcab li ser jinan tê ferzkirin. Jinên Kirmanşanê li hemberî hemû girtin, darvekirin, qetilkirin û îşkenceya rejîma Îranê li dijî hîcaba bi zorê derdikevin û diyar dikin ku tiştên bi zorê werin kirin tu wateya wan nîn e.

JAWAN KERÎMÎ

Kirmanşan – Li Îranê serhildanên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kirin, bi biryardarî berdewam dikin. Êrîşên rejîma Îranê û îsrara wan a ji bo sepandina hîcaba bi zorê di meha Remazanê de li ser jinan zêde bûye. Rejîma Îranê tundîtûjiya li se jinan zêde kiriye, melayên mizgeftan roja înê piştiriya vê tundîtûjiya ku li hemberî jinan tê kirin dikin û hewl didin hîcaba bi zorê li ser jinan bidin sepandin. Lê tevî van zext û zordariyên rejîma Îranê, jinên Kirmanşanê hîcaba xwe ya bi zorê ji serê xwe davêjin û ji bo mafê xwe îsrar dikin, li dijî hîcaba bi zorê têkoşîneke dîrokî didin meşandin.

Her çendî axaftina jinan metirsî be jî ajansa jinan re der barê hîcaba bi zorê de axivî û wan bersiva pirsên me dan.

‘Tiştên tên ferzkirin û bi zorê tên kirin bêwate ne’

Jineke xebatkar a 32 salî ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe aşkere bike der barê hîcaba bi zorê ya li Îranê de wiha got: “Baweriya min bi hîcabê nayê û ez dixwazim vê yeke bi malbata xwe û civakê bidim famkirin. Ez naxwazim hîcaba bi zorê li serê min be. Êdî dem hatiye ku jin ji bo mafên xwe yên rewa îsrar bikin û têbikoşin, bi tevayî civakê bidin famkirin ku bi darê zorê û tirsandina mirovan nikarin tiştekî bidin pejirandin.”   

‘Hîcaba bi zorê çalakiyên me kêm dike’ 

Jineke din a ciwan ku ew jî navê xwe neda der barê hîcaba bi zorê de wiha got: “Her çendî rojane karên zor tên kirin, jî hîcab çalakiyan kêm dike. Hewl didin bi hîsabê sînoran daynin û dengê jinan qut bikin. Ji bo min hîcaba bi zorê bêwate ye û ev hîcab li pêşiya karê ku ez dixwazim bi awayek herî baş bikim dibe asteng. Tu ferqa jin û mêran di xebatê de tune ye lê bele tenê hîcab bandorek li ser karê me dike û çalakiyên me kêm dike.”