Tevî agirbestê jî balafirên Îsraîlê Xezayê bombebaran kirin

Piştî agirbesta di navbera Îsraîl û komên Filistînî yên li Xezayê de ku diviyabû sivîl nebûna hedef, balafên Îsraîlê li ser hinek derên Xezayê bombe barandin

Navenda Nûçeyan- Îsralî ji 9’ê Gulanê ve Şerîda Xezayê ji hewayê ve bombebaran dike, komên Filistînî jî bi roketan bersiv didin êrîşan.

Li gorî nûçeyên ji çavkaniyên komên Filistînî, pêşniyara nû ya Misirê ji bo agirbestê, di navbera Îsraîlê û komên Filistînî de hat pejirandin. Hat ragihandin ku girbesta divê êrîş bi dawî bibin û sivîl nebin hedef, di saet 22.00' a herêmî de ket meriyetê.

Şêniyên Xezayê ji bo pîrozbahiyê derketin kolanan

Li gorî metna agirbestê; divê sivîl neyên hedefgirtina dawî li êrîşên li ser cîwarên sivîlan were anîn. Her wiha Misirê ji aliyan xwestiye ku li gorî agirbestê hereket bikin. Piştî ku agirbest ket meriyetê, li Xezayê bi sedan kes ji bo pîrozbahiyê derketin kolanan. Di konvoyên pîrozbahiyê de alên Filistînê hatin hilgirtin.

Balafên Îsraîlê bi balafiran êrîşan domandin

Balafirên Îsraîlê tevî agirbestê jî êrîşên li dijî Xezayê berdewam kir. Di daxuyaniya ku ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hat dayin de hat diyarkirin ku li dijî roketên ku ji Xezayê hatine avêtin, xalên Cîhada Îslamî û cihên ku jê roketan avêtine hatine bombekirin. Saziya Weşanê ya Îsraîlê (KAN) û rojnameya Yedioth Ahronot jî bi nûçeyan ragihand ku ji Xezayê gelek roket avêtine bajarên li sînorê başûr ên Îsraîlê û sîrenên hişyariyê lêdidin.

33 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan

Hat diyarkirin ku artîşa Îsraîlê di 9’ê Gulanê de kadroyê pêşeng ê Cîhada Îslamî hedef girtiye, di êrîşên li ser Xezaya di dorpêçê de heta niha 6 jê zarok 33 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane, 32 ji wan zarok 93 Filistînî jî birîndar bûne. Komên Filistînî jî li dijî van êrîşan bi roket û guleyên hawanê bersiv dan Îsraîlê. Hat diyarkirin ku yek ji roketên ku ji Xezayê hatine avêtin, li bajarê Rehevotê li avahiyek ketiye û kesek filîstînî jiyana xwe ji dest daye.