Tevgera Yekitiya Jinan serdana Tevgera Azadî kir

Tevgera Yekitiya Jinan li dijî biryara Encûmena Dadweriya Iraqê, serdana Tevgera Azadî kir û biryara girtina sê partiyan, li dijî pîvanên mafên mirovan nirxand.

Silêmanî- Encûmena Dadweriya Iraqê di 6’ê Tebaxê de biryara girtina 3 partiyên Kurd da. Yek ji wan partiyan jî Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê bû.

Li dijî biryarê, şandeyek ji Tevgera Yekitiya Jinên Başûrê Kurdistanê, li Silêmaniyê serdana Tevgera Azadî kir.

Her wiha di serdanê de behsa rewşa jinên başûrê Kurdistan û Iraqê hat kirin û der barê guhertina Zagona Rewşa Kesane ya hejmar 188 ya sala 1959’an a Iraqê de nîqaş hat kirin.

‘Li Başûr hebûna dengê jinan girîng e’

Piştî civînê endama desteya rêveberiya Tevgera Azadî, Sara Reza û endama Rêxistina Jinên Azadîxwaz a Kurdistanê Banû Helebceyî daxuyaniya çapemeniyê dan. Di daxuyaniya ku ji aliyê endama Tevgera Azadiya Komeleya Kurdistanê, Sara Reza ve hat dayîn de hat diyarkirin ku şandeyek ji jinên başûrê Kurdistanê serdana Jinên Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê kiriye û wiha hat gotin: “Em xemgîniya xwe ji bo girtina partiyên siyasî tînin ziman. Hebûna van jinên başûrê Kurdistanê helwestek girîng e ji bo pêşîgirtina hemû pirsgirêkên jinan û partiyên siyasî. Serdana jinên başûrê Kurdistan ji bo jinên Tevgera Azadî moral û piştgiriyek mezin e ji bo me jinên azadîxwaz. Di serdanê de me bal kişand ser çend mijaran. Her wiha me behsa girtina sê partiyên siyas û guhertina Zagona Rewşa Kesane ya li Iraqê kir. Em jinên Tevgera Azadî li gel jinên azadîxwaz ên ku li dijî dagirkerî û guhertina zagonê ne. Bi hev re divê em li dijî aqilê ku li dijî jinan e têbikoşina hêza xwe mezintir bikin.”

‘Tevgera Azadî ji bo xizmeta civakê kar dike’

Endama Tevgera Yekitiya Jinan Banû Helebceyî jî axivî û got; “Em her dem li dijî karên ku ji bo dijberiya gelê me tên kirin bûne. Girtina partiyan karekî ne zagonî ye û bi salan e Tevgera Azadî ji bo xizmeta civakê kar dike. Biryar bi daxwaza dewleta Tirk hatiye dayîn û nerazîbûna li dijî vê biryarê, di heman demê de tê wateya derketina li dijî dagirkeriya dewleta Tirk.”