Tevgera Xwendekarên Demokratîk ji bo mijara ekolojiyê panel li dar xistin
Tevgera xwendekaran û ciwanên PYD'ê yên herêma Efrînê panelek li navçeya Ehdas a Şehbayê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê li dar xistin.
Şehba- Bi dirûşma "Civaka Ekolojîk Civaka azad e" Tevgera Xwendekarên Demokeratîk bi alîkariya Ciwanên PYD'ê yên herêma Efrînê panêlek ji bo nîqaşkirina mijara ekolojîk û girîngiya parastina wê ji helandinê li hola navçeya Ehdasa kantona Şehabyê li dar xistin. Di panêlê de bi qas’ı 200 delege ji xwendekar, ciwan û Kongreya Star a herêmê amade bûn. Panêl li hola çand û hunera navçeya Ehdas a Şehbayê hat lidarxistin. Di holê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Tevgera Xwendekarên Demokratîk û Yekitiya Ciwanên Şoreşger hatibûn daliqandin.
Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê, perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê xwendekar Narîman Hilewî ve der barê girîngiya ekolojîk, parastina wê, sedemên talankirina ekolojîk ji aliyê dewletên hegomanîk ve, hat xwendin. Piştre di beşa yekê ta panelê de li ser pradîgmeya ekolojîk û azadîxwaziya jinan di heman demê de nêzîkbûna mirov ji ekolojîk re çi ye hat guftokirin her wiha di beşa duyem de jî pirsgirêkên ekolojîk, pirsgirêkên civakî, talana ku di warê ekolojîk de tê kirin û polîtîkeyên dagirkeriyê der barê ekolojîk de hat xwendin, xala dawî ji panelê jî zihniyeta ekolojîk, berpirsyariya mirov a li hemberî ekolojî û rêbazên çareseriyê wê di nav xwe de hewand.
Piştî xal hatin xwendin beşa nîqaş û çareseriyê ji bo xwendekaran dest pê kir.
"Pêwîst e em xwedî li xwezayê derbikevin"
Koordînasyona Tevgera xwendekarên Demokratîk a Efrînê Emîne Mihemed got: "Di panelê de wê gelek nîqaş werin kirin ji bo ku em nas bikin bi gelemperî ekolojî çi ye û bêhtir nas bikin ku çawa di jiyanê de em bi wî rengî bijîn. Armanca me ji vê panêlê ew e ku em xwendekaran şiyar bikin li ser bingeheke rast û berpirsyar bin li hemberî xwezayê û civakê ku bikaribin nirx û pîvanên xwe biparêzin, di heman demê de jî ji bo ku em bikaribin li hemberî polîtîkayên dagirkeriyê yên ku rojane bi ser me ve tên, xwedî sekin bin. Dewleta dagirker û çeteyên wê li herêma Efrînê û deverên din tecawizê xwezayê dikin. Pêwîst e em li dijî tiştên tecawizê xwezayê dikin derbikevin û dar û kulîlkan biçînin."
"Em girêdayî xwezayê ne"
Xwendekar Fatimê Ehmed ku beşdarî panelê bû wiha got: "Mijara bingehîn a lidarxistina vê panelê ew e ku em bêhtir ekolojiyê nas bikin û di jiyana xwe de pêk bînin. Di vê serdema ku em tê de ne ekolojî hatiye xerabkirin û pêwîst e em weke nifşên pêşerojê xwedî li xwezayê derkevin. Dema ku xweza qirêj bibe tendirustiya mirovan jî wê xira bibe ji ber ku mirov girêdayî xwezayê ye. Dewletên hegomanîk ji ber bedana jin dişibe xwezayê li ser wê gelek pêlanan pêk tînin û dixwazin di şexsê jinan de xwezayê talan bikin. Rola me ya sereke ew e ku em ekolojiyê bi civakê bidin nasîn û di jiyana xwe de pêk bînin."