Tevgera Xwendekaran xwe ji xweliya xwe diafirîne
Li Tirkiyeyê sala 2021’ê ji bo xwendekaran weke pêvajoyek ‘aktîf’ di bîra me de cihê xwe çêkir. Berxwedana ku li Zanîngeha Bogazîçiyê didome, serhildana xwendekaran a li kolanan, zextên li ser xwendekarên jin îro yek bi yek li kolanan xwe nîşan didin. Me bi xwendekara Zanîngeha Bogazîçiyê Ozlem Damla Arîk re behsa sala ku bi berxwedana tevgera xwendekaran derbas bû kir.
DENÎZCAN ABAY
Stenbol - Sala 2021’ê bû salek ku ji nû ve tevgera xwendekaran a ku bi salan e navber dabû berxwedanê çalak kir. Berxwedana ku li dijî rektorê qeymeqam Melîh Bulu yê di serê salê de li Zanîngeha Bogazîçiyê hat tayînkirin dest pê kir, li gelek zanîngehên welat belav bû. Ev rewşa berxwedanê veguherî muxalefeta civakî; li dijî hemû qeyûman û zilma heyî veguherî têkoşînê. Bi destpêkirina dibistanan a perwerdeya rû bi rû, bi buhayên giran ên xaniyan û yûrdên terîqetan ên li xwendekarên zanîngehê hatin ferzkirin, fîtîla berxwedaneke nû bi pê ket.
Xwendekarên ku ji xwe re dibêjin "Cih tune ye em lê bihewin" û "bê bêwaran" li hemberî tiştên ku pergalê li ser wan ferz kiriye li kolan û parkan razan serî hildan. Li gel van hemûyan, jinên ciwan ên xwendekar û LGBTÎ+ di refên herî pêş ên van berxwedanan de cih girtin û çalakiyên li dijî biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê, aliyekî din ê rewşê da bû. Me bi xwendekara Zanîngeha Bogazîçiyê Ozlem Damla Arik re behsa sala ku bi berxwedana tevgera xwendekaran re derbas bû kir.
Li Zanîngeha Bogazîçiyê tayînkirina rektorê qaymeqam îsal bû bûyera ewil û herî girîng a sedema serhildana xwendekaran. Li gorî we ev serhildan veguheriye muxalefeta civakî?
Bûyerên ku ji meha Çileyê û vir ve li Bogazîçiyê qewimîn bandorek mezin kirin. Bêguman bandoreke wê ya civakî heye. Ez wiha şîrove dikim; bi rastî, Bogazîçiyê para xwe ji bûyerên siyasî yên li Tirkiyeyê girt .Tayînkirina qeyûman ji bo şaredarî û zanîngehan li tevahiya Tirkiyeyê dihat sepandin. Berê jî li Bogazîçiyê hatibû kirin. Her wiha hedefgirtina LGBTI+yan, binçavkirina xwendekaran û lêgerîna malbatên xwendekarên şermezar dikirin, diyarbûnêk mezin çêkir. Hem şîdeta dewletê derket holê, hem jî pêkanînên antîdemokratîk bi awayekî zelal di çapemeniyê de xuya bûn û hem jî pratîka vê krîzê ya li zanîngehê weke pirsgirêka nebesiya rêveberiyê ya hikûmetê derket holê. Ji ber ku ev yek pir zelal hat dîtin, ji muxalefeta civakî bertek hat. Ji ber ku me wekî xwendekar û kesên ne xwendekar hemû pirsgirêkên ku hatine jiyîn û hemû pêkanînên antîdemokratîk ku em pê re rû bi rû mane dîtine. Ji pandemiyê vir ve muxalefeta civakî hewceyê tevgerek kolanê bû. Berxwedana Bogazîçiyê vegera li wê tevgera kolanê peyda kir.
Li şûna Melih Bulu hatina Nacî Încî bandorek çawa çekir?
Bi îhtîmalêk mezin kesên Melîh Bulu ji kar avêtine, wisa difikirin ku dema rektorek ji Bogazîçiyê bê tayînkirin wê ev berxwedan bi dawî bibe. Lê dema Nacî Încî alîkarê Melîh Bulu bû dersa Feyzî Erçîn betal kir. Her wiha bi rêbazên antîdemokratîk weke serokê Enstîtuya Zanistên Civakî hat tayînkirin. Di berxwedana ku bi mehan berdewam kir de her kesê qebûl kir û diyar bû ku heta rektor bi hemû pêkhateyan were hilbijartin û heta 10 daxwazên berxwedanê pêk werin wê berxwedanê berdewam bikira. Lewma tayînkirina Nacî Încî bandoreke mezin li berxwedanê nekir. Girseya Bogazîçiyê dibêje çawa ku me duh Melîh Bulu qebûl nekir, îro jî Nacî Încî qebûl nakin
Çalakiya mamosteyan a ji bo piştgiriyê demek dirêj e didome. Xwendekar vê çalakiyê çawa dinirxînin?
Mamoste her roj li ber avahiya rektoriyê çalakiya piştevaniyê pêk tînin. Tevgereke ku hem piçekî tê rexnekirin hem jî pêwîst e di beşa xwendekaran de berdewam bike. Ez difikirim ku mamoste pêşengiya berxwedana Bogazîçiyê dikin. Lê di heman demê de, ew çalakiyek e ku di nav qalibên çalakiya sembolîk de hatiye weşartin. Ger mamoste qebûl bikin ku zanîngeh ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, dikarin rêbazên nû yên têkoşînê bi pêş bixin. Ji ber ku mamoste jî kêm dibin. 4 mamosteyên ku dersên wan hatine betalkirin hene. Eşkere ye ku em bi piştdayînê nikarin pêşî li vê rewşê bigrin. Herî kêm divê mamoste li ser pratîkên berxwedanê bifikirin. Ji ber ku di nav xwendekaran de jî bertekê ava dike.
Ji bo ku têkiliya mamoste û xwendekaran zêde bibe hûn çi pêşniyar dikin?
Xwendekarên Bogazîçiyê dema dersa ewil a Feyzî Erçîn hat betalkirin nivîsa "Jiyana akademîk rawestînin" weşandin. Her wiha di nava wê de îmzeya gelek pêkhateyan jî hebû. Lê tu bertek ji beşa mamosteyan derneket. Dema ku dersên hevalên wan di hefteya dawî ya dibistanê de hatin betalkirin, ez difikirim pêwîst bû ders nebînin. Lê ji ber ku ew jî bi awayê xwe berdewamkirina perwerdeyê diparêzin, ji hev veqetiyan. Em dixwazin têkiliya mamoste û xwendekaran zêde bibe. Çawa ku em daxwaza hilbijartina pêkhateyan dikin divê em berxwedaneke ku pêkhate bi hev re tevbigerin, ne tenê akademîsyen, xebatkarên dibistanê jî ava bikin. Divê em parastineke ku her kes bi hev re be bi pêş bixin.
Bi destpêkirina perwerdeya rû bi rû re pirsgirêka cih û warên xwendekaran derket pêş. Pirsgirêka tunebûna çawa veguherî çalakiyê û li kolanan belav bû?
Xwendekar bi salan e di yûrdên dewletê de gelek zehmetiyan dikşînin. Şêweyên zayendperest, LGBTI+ û polîtîkayên zayendperestî û gotinên nefretê yên li yûrdan gelek zêde bûn. Ji ber ku em neçar in di wan bêwaranan de bimînin bi van re rû bi rû dîminin. Piştî pandemiya îsal, xwediyên xaniyan ji ber ku xwendekar neçar bûn xaniyan bigrin bihayan zêde kirin. Ji ber ku dewlet li şûna zêdekirina kotaya kontanjanan, bi veqetandina avahiyan ji bo yûrdên terîqet an jî patronan mijûl bû, xwendekar bê mal man. Bi sedan xwendekar hebûn ku nikaribûn debara xwe ya aborî bikin û vegeriyan malên xwe. Hem ji ber ku cih tune ye em lê bihewin û hem jî ji Tevgera bêbêwaranan re gelek tercûbe hatin şandin. Bi rastî, beriya ku dibistan vebin, ew parvekirin dengê serhildanê bû. Xwendevan li cihê mayînê digeriyan. Li Bogazîçiyê jî îsal cara ewil jî 300 xwendekaran re yûrd derket. Gelek xwendekar di lîsteya yedek de bûn. Ew neçar dimînin li yûrdên taybet bimînin an jî ji ber ku nikarin debara xwe bikin, vedigerin malên malbatên xwe û perwerdeya xwe didin rawestandin.
Di çalakiyan de çi hat kirin?
Li gelek bajarên Tirkiyeyê xwendekar derketin kolanan û nobeta mayîna bi şev li kolanan li dar xistin. Sedema vê çalakiye ew bû ku rastiyê bi tevahî nîşan bidin. Ji ber ku li vir gelek xwendekarên li derdorê dijîn hene. Ne tenê xwendekar gelek kesên bêmal ku li kolanan radizên hene. Dema ku van çalakiyan berdewam dikirin, xwe gihandin xwendekaran û pêvajoyek parvekirina tercûme çebû.
Niha çalakiya wan di çi rewşe de ye? Pirsgirêk çareser bû?
Pirsgirêk bêguman berdewam dike. Dema ku aborî pir xirab dibe, hukûmet vê pirsgirêkê paşguh dike. Her wiha xwendekar jî hatin hedef nîşandan. Tenê xwendekaran dev ji nobetên xwe berdan û zêdetir li ser xebatên herêmî sekinîn. Her wiha li ser pirsgirêkên di nava kampusê de bal hat kişandin. Lê tevger bi dawî nebûye. Bi taybetî jî li Enqereyê, bi awayekî aktîf berdewam dike.
Tevgera bêwaran niha çi dike?
Tevgera bêwaran, hewl dide bi xwendekarên li kampusê re girseyî bibe. Armanc ew e ku bi xwendekarên pirsgirêkên wan ên yurdê hene re bi koordîne tevbigere. Nobeta xwe li seranserê Stenbolê belav kir. Wekî çalakiya ferîbotê û çalakiya Îstîklalê... Li bajarên din jî belav kir. Ji ber ku em dixwazin vê mijarê bînin rojevê û ji her kesê re ragihînin. Ji ber vê yekê xwendekar bi betaniyeyên xwe li kolanan geriyan. Ji ber ku pirsgirêka cihê mayîne rastiyek e. Tevgera bêwaran jî ji bo vê mijarê di rojevê de bihêle dixebite.
Em hem di berxwedana Bogazîçiyê de hem jî di tevgera bêwaran de jin û LGBTI+yan di çeperên herî pêş de dibînin. Dema hûn di warê têkoşîna jinan de dinirxînin ev pêşketineke çawa ye?
Hikûmet ji destpêka nîqaşên li ser Peymana Stenbolê ve her tim LGBTI+yan dike hedef. Bi gotinên nefretê yên Erdogan û Soylu re bûn hedef. Vekişîna ji Peymana Stenbolê ya bi îmzeya mêrekî bi gotina "Ez li cînayetên jin û LGBTI+ û kujerên wan xwedî derdikevim" re bû belgeya fermî. Sedema ku di Bogazîçî û tevgerên din de deng vedide ew e ku rewşa siyasî ya îroyîn a li Tirkiyeyê niha li mal û zanîngehên me xuya dike. Mînak rektor qeymeqam Nacî Încî biryara parastinê ya di zagona bi hejmara 6284’an de ji bo xwendekarên ku li dijî wî îtîraz kiribûn ji bo xwe bi kar anî. Ev biryar bi salan e ji bo kiryaran nayê bicihanîn. Di çenteyên gelek jinên ku hatine qetilkirin de biryara derxistina biryara dûrxistinê derdikeve. Di vê pêvajoyê de ji bo jinên li zanîngehê bertek nîşan dan jî hat sepandin. Di rastiyê de dewlet bi eşkereyî îdia dike ku Nacî Încî diparêze, qanûna ku bi destkeftiyen jinan hatiye bidestxistin ji bo mêran bi kar tîne, bi vekişandina Peymana Stenbolê dide xuyakirin ku li hemberî jin û LGBTI+yan polîtîkayên dijminane nîşan dide. Ji ber vê yekê gelên ku rastî êrîş, çewisandinê tên û tên hedefgirtin, di nava berxwedan û çalakiyan de cihê xwe digrin.
Di her çalakiya muxalefeta civakî de hejmara jinên ciwan ên xwendekar pir zêde ye... Em dikarin behsa nifşek jinên ciwan ên siyasî bikin?
Ev rewşek pir erênî ye. Jin di yurdên zanîngehan de bi polîtîkayên zayendperest re rû bi rû dimînin. Dîsa li akademiyan bi mobbing, tacîz û heqaretê re rû bi rû dibînin. Di xwendekaran de rewşa proleterbûnê heye. Niha gelek xwendekar neçar in ku dema dixwînin bixebitin û dema jinên xwendekar dixebitin û dixwînin jî bi heman zextê re rû bi rû dimînin. Her wiha dewlet bi polîtîkayên qeyûman, rektoran û rojeva Peymana Stenbolê, armanc dike ku qadên jiyanê yên jinên ciwan bi sînor bike. Dema em li tiştên ku piştî qetilkirina Pinar Gultekîn û Şule Çet li salonên dadgehê hatin axaftin dinêrin van hemûyan dibînin. Vexwarina bîrayê yên jinên ciwan jî ji hikûmetê re dibe derd. Dema ku ji her derê êrîş li ser qadên me yên jiyanê tê kirin, jin neçarî siyasetê dibin. Çalakiyên 25’ê Mijdarê, 8’ê Adarê û 1’ê Tîrmehê girîng bûn. Bi taybetî di çalakiya 1’ê Tîrmehê de hilweşandina barîkatan serhildana jinan nîşan da.
Gelo em ê di dema pêş de serhildanên jinan bibînin?
Xizaniya jinan, îstîsmarkirina kedê û şîdet gelekî zêde bûye. Di dema pandemiyê de, jin li mal hatin girtin. Em her roj rastî kuştina jinan tên. Jin edî hatin asta serhildanê. Her wiha Peymana Stenbolê ji bo me neqediyaye. Beriya ku îmze were paşvekişandin jî nedihat pêkanîn û têkoşînek dihat meşandin. Em ê di peymanê de israra xwe bidomînin. Meclisê ji tezkereya şer re got “Erê.” Em dizanin ku di şer de herî zêde jin, zarok û LGBTI+yî tên hedefgirtin. Heya ku polîtîkayên hedefgirtina LGBTI+yan bidomin dê serhildan bidome.
Krîza aborî bandoreke çawa li jinan dike?
Ji bo jinek serxwebûna aborî rewşek jiyanî ye. Carna jin ji aliyê malbatên xwe ve rastî zextên aborî tên. Carna jî ji aliyê hevserên xwe ve rastî zextan tên. Ji ber ku ez wek xwendekarek jin ketim zanîngehê her tim neçar bûm ku bixebitim. Ji ber ku xwendina li zanîngehê ji bo me pir zehmet bûye. Jiyana xebatê jî wekî ya li malê bi zextan dagirtiye. Her ku jîngeha civakî zêde dibe, tacîz û mobbing zêde dibe. Ez wisa difikirim ku her ku ev zext tê hîskirin, pêwîst e serhildan mezin bibe û siyaset were kirin. Weke jin em ji bo li jiyanê bimînin û jiyana xwe bidomînin dijîn. Ji ber vê yekê divê em serî hildin û pergalê biguherînin.
Di dawiyê de peyama we ya ji bo jinan çi ye?
Tu, ez, ew, em hemû ji bo hev li vir in. Divê em îro ji bo jinên ku nikarin ji mal û zanîngeha xwe derkevin, ji bo hemû jinên ku di têkiliyên xwe yên hestiyarî û di nava malbatê de zextê dibînin, li qadan bin. Ji ber ku qanûna 6284’an ji bo Çîlem Dogan nayê sepandin, ji bo Nacî Încî tê sepandin. Ji ber ku Ayşe Gokkan têkoşiya 30 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Jin êdî ji bo ku dest ji jiyana xwe bernedin, ji bilî li kolanan têkoşîn û hevkariyê bikin tu şansa wan tune ye. Werin em destkeftiyên xwe biparêzin û hevgirtinê mezin bikin.