Tevgera Jinên Kurd beşdarî 39’emîn Kombûna Jinan a Navneteweyî bûn

Heyetek ji tevgera jinên Kurd beşdarî 39’emîn Kombûna Cihêrengî û Jinan a Pirnetewan a Navneteweyî ku di navbera 10-12'ê Cotmehê de hat lidarxistin bûn.

Navenda Nûçeyan- 39’emîn Kombûna Cihêrengî û Jinan a Pirnetewan a Navnetewî ku li bajarê Cordoba yê Arjantînê hat lidarxistin, bi sed hezaran jinên ji herêmên cuda yên Emerîkaya Latîn li hev kom kir. Di kombûna ku bi organîzasyona 300 rêxistinên xwecihî hat lidarxistin de atolye, panel, nîşandana fîlman û civîn hatin lidarxistin.

Heyetek ji tevgera jinên Kurd li gel tora jinan a Abya Yalayê beşdarî civîna li ser enternasyonalîzmê bû. Heyet beşdarî panela ‘Pratîkên Şoreşgerî’ û nîşandana fîlmê In Search  of Alina (Di dema lêgerîa li Alina de) bû. Di çalakiyan de jinên Kurd tecrubeyên xwe, şoreşa jinan a li Rojava, têkoşîna gerîlayên jin a li çiyayên Kurdistanê û girîngiya piştevaniya navnetewî anîn ziman.

Di civînê de behsa pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk hat kirin

Di civîna enternasyonalîzmê ya ku ji aliyê tevgera jinên Kurd û tora femînîst a Abya Yalayê ve hat lidarxistin de, aliyê navneteweyî yê têkoşîna jinên Kurd û girîngiya tora ‘Jinên paşerojê dihûnin’ ve hat nirxandin. Di kombûnê de dirûşma ‘Pirnetew, pir netew e; Ji Abya Yala heta Kurdistanê!’ hat qîrîn.

Di civînê de her wiha bersiv ji pirsên beşdaran re hatin dayîn û qala Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hat kirin.

Têkoşîna Alina Sanchez hat vegotin

Di kombûnê de fîlmê li ser jiyan û têkoşîna şoreşgera enternasyonalîst Lêgerîn Çiya (Alina Sanchez) In Search of Alina ku Sanchez li bajarê Cordobayê mezin bû, sala 2018’an li Rojava şehîd bû hat nîşandan.

Di nîşandana fîlm de li gel heyeta ji tevgera jinên Kurd her wiha jin, perwerdekar û rojnamevan Claudia Korol û dayika Alina Sanchez axivîn.

Heyet sibeha roja Yekşemê beşdarî civîna meclîsa vekirî ya Tora Jinên Abya Yalayê bû, girîngiya rêxistinbûna jinan û pêşengiya wan hat destnîşankirin.

Di kombûna ku tevgera jinên Kurd lê aktîf bû de, derfetên têkoşîna hevpar û piştevaniya navnetewî derketin pêş. Çalakî bi nîqaşên li ser azadiya jinan ku weke yek ji sernavên sereke yên têkoşîna bingehîn a sedsala 21’ê hat nirxandin, bi dawî bû .