Tevgera Jinên Ciwan li dijî êrîşên qirkirina çandî çalakiyek li dar xist

Tevgera Jinên Ciwan a bajarê Dirbêsiyê li dijî êrîşên çand û zimanê kurdî ku li bakurê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk pêk tên çalakiyek li dar xist.

Navenda Nûçeyan- Tevgera Jinên Ciwan a bajarê Dirbêsiyê ji bo şermezarkirina êrişên qirkirina çandî yên ku dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê pêk tîne, çalakiyek li dar xist.

Çalakî li baxçeya şehîd Zevîn bi beşdarbûna şêniyên Dirbêsiyê, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger, Tevgera Jinên Ciwan û nûnerên saziyên sivîl û meclisan hat li darxistin.

Endama Tevgera Jinên Ciwan Şeza Hisên daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de êrişa li ser çanda kurdan li Bakurê Kurdistanê hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku tevgerê biryarên dewleta Tirk red dike û dê bandor li gelê li ser şopa raman û felsefeya Rêberê Gelê KurdAbdullah Ocalan dimeşe, nake û bang hate kirin ku ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan têkoşîn bê mezinkirin.

Piştre ji bo piştgiriya gelê bakurê Kurdistanê ciwanan govend li ber stranên şoreşgerî gerand.