Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûrê piştgirî da pengava xweparastinê

Tevgera Jinên Ciwan a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) bi armanca piştgirîdayîna banga PAJK û KJK’ê ya ji bo xweparastinê, daxuyanî da.

Navenda Nûçeyan - Koordînasyonên Partiya Azadiya Jinên Kurdistan (PAJK) û Komalên Jinên Kurdistan (KJK) di 15’ê Nîsanê de daxuyaniyek hevpar ya nivîskî weşandin û ji bo pêşxistina xwe parastinê bang li tevahî jinên cîhanê kirin. PAJK û KJK diyar kir ku xweparastina jinê divê ji netew dewlet, desthilatdarî û pergala mêran qût be û ger xwe bispêre rêxistinbûyîna xwe dikare xwe biparêze.

Di vê çarçoveyê de Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûrê ji bo piştgirîdayîna banga PAJK û KJK’ê daxuyanî da. Daxuyanî li Saziya Ciwanan bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê Tevgera Jinên Ciwan Şîlan Bîlen daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

“Wek tê zanîn di 15’ê Nîsanê de deklerasyonekê hevpar a bi navê ‘Xweparastin’ ji aliyê tevgera azadiya jin PAJK û KJK’ê ve hat destpêkirin. Em wek tevgera jinên ciwan ên Mexmûrê beşdarbûna xwe ji vê pêngavê re radigihînin. Wek tevgera jinên ciwan ku li ser riya têkoşîna jina azad de dimeşin, di vê pêgavê de emê rola pêşengtiyê bilîzin. Îro di serî de jinên Kurd û bi giştî jinên azadîxwaz bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ku bi fikrê Rêber Apo di cîhanê de deng vedaye bûne xwedî nasname û îradeya azad.

‘Tê xwestin jin ji cewhera xwe bê dûrxistin’

Di sedsala 21’emîn de em gav bi gav nêzî şoreşa jinê dibin. Jina ku xwe nas dike, xwe zana dike û di her qadên jiyanê de xwe bi rêxistin dike û bi vî awayî têkoşîna xwe ya li hember zîhniyeta baviksalar bilindtir dike. Ji ber vê yekê ye ku îro di her milê de êrişên dijwar hemu rêbazên barbar dinav xwe de dihewîne li ser jinan tê meşandin. Pergala desthilatdar bi qetilkirin, tecawîz, fûhûş, zewaca di temenê biçûk de, destdirêjî û hwd de dixwaze jinê ji cewhera wê dûr bixe û bê parastin bihêle. Îro jî dibin navê şerê cîhanê yê sêyemîn de jin û bi taybetî jinên ciwan rû bi rû yê êrişên hovane tên.

‘Xwe rêxistin bikin, axa xwe, nirxê xwe biparêzin’

Li ser vî esasî wek jin û jinên ciwan li hember her cure êrişên şerê taybet, xwe parastin erkekî me ya sereke ye. Ji bo vê jî rastiya dijmin naskirin û li hember vê asta têkoşînê mezinkirin bingeha xwe parastinê ye. Wek jinên ciwan pêwîste bê navber di mal, kolan, tax û her qada jiyanê de em bi çeka xwe parastinê armancên dijmin vala derbixin. Li ser vî esasî wek Tevgera Jinên Ciwan a Wargeha Şehîd Rustem Cudî emê bi rihê seferberî û tolhildanê parastina cewherî bikin bingeha herî mezin a têkoşînê û bi pêngava ‘Jin Jiyan Azadî, ber bi şoreşa jinê ve’ emê her jinekê ciwan li ser xeta xwe parastinê de zana û bi rêxistin bikin. Banga me ji tevahî jinên ciwan ewe ku bi perwerde, rêxistinkirin û çalakiyan xwe, axa xwe û nirxên xwe biparêzin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.