Tevgera Azadî: Tecrîd derqanûnî ye biryarek siyasî ye
Tevgera Azadî bi daxuyaniyekê bal kişand tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, destnîşan kir ku tecrîd derqanûnî ye û biryarek siyasî ye û got: “CPT bi veşartina agahiyên li Îmraliyê, piştgiriyê dide tecrîdê.”
Silêmanî- Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, ji bo hevdîtin pêk bê serî li Dadgeriya Înfazê ya 2’yemîn a Bûrsayê dabûn. Parêzer, piştî serlêdanê pê hesiyabûn ku di 3’yê Gulanê de li muwekîlê wan 6 meh cezayê hevdîtina bi parêzeran re hatiye birîn. Tu agahî der barê sedema ceza de bi parezean re nehat parvekirin.
Li Silêmaniyê Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê der barê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de daxuyaniyek çapemeniyê da.
Di daxuyaniyê de hevseroka Encûmena Silêmaniyê ya Tevgera Azadî Çiro Şiwan axivî û wiha got: “Li ser rewşa Rêber Apo ya li girtîgeha Îmraliyê nûçe û daxuyaniyên bi guman tên weşandin. Di 31’ê Cotmeha 2023’an de 6 meh cezayê girtîgehê li birêz Ocalan hatiye birîn. 7 meh şûnde careke din ji bo parêzer û malbat birêz Ocalan nebîne 6 meh cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. Bi vê biryara Dadgeha Cezayê Giran a dewleta Tirk ku di bin serweriya polîtîkayên faşîst ên AKP-MHP’ê de ye, li girtîgeha Îmraliyê ya tîpa F, ji bo Abdullah Ocalan û hevalên wî Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim hevdîtin bi parêzer û malbatan re hatin qedexekirin.”
‘Tecrîda di nava tecrîdê de ye’
Çiro Şiwan diyar kir ku di çarçoveya pêngava ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ de girtiyên siyasî yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, 179 roj in di çalakiyê de ne û got: “Ev çalakiya girtiyên siyasî yên li dijî polîtîkayên qirkirina çandî û fizîkî ya li ser gelê Kurd û sîstema îşkenceya li Îmraliyê dest pê kiriye. Tevî vê berxwedanê jî dewleta Tirk di polîtîkaya înkar û îmhayê de îsrar dike. Ji ber vê yekê dadgeha di bin kontrola AKP-MHP’ê de di doza Kobanê de cezayên giran li girtiyên siyasî û azadîxwazan sepand. Ev tecrîda li ser Abdullah Ocalan û girtiyan tê pêkanîn, li dijî qanûn û destûra bingehîn a Tirkiyeyê ye. Her wiha binpêkirina hiqûqa navneteweyî ya ji bo girtiyan e. Ev yek jî nîşan dide ku cezakirina tecrîdê ne qanûnî ye, tenê biryareke siyasî ye û li dijî hemû mafên di Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan e de ye.”
‘CPT’yê erka xwe ya hiqûqî mirovî û pîşeyî bi cih neaniye’
Çiro Şiwan destnîşan kir ku divê CPT bi erka xwe rabe û wiha got: “Li hemberî vê yekê Komîteya li Dijî Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) erkên xwe yên hiqûqî, mirovî û pîşeyî bi cih neaniye. Li şûna wê, pergala îllegal a îşkenceya li Îmraliyê veşartiye; CPT bi veşartina agahiyên li Îmraliyê, beşdarî cezayê tecrîdê dibe. Bêdengiya CPT’yê ya li hemberî Îmraliyê rastiya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dixe bin gumanê.”
‘Divê hemû kes li dijî tecrîdê têkoşînê bilind bikin’
Çiro Şiwan mafê hêviyê bi bîr xist û wiha got: “Sedema berdewamkirina van cezayan ew e ku Rêber Ocalan ji ‘mafê hêviyê’ yê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bêpar tê hiştin ku her kesek 20 sal zêdetir cezayê girtîgehê bigre, mafê wî/ê heye ku li ser dosyaya xwe vekolînê bike û dibe ku serbest were berdan. Erka partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, kesayet û rewşenbîrên Herêma Kurdistanê û Iraqê ew e ku ji bo azadiya birêz Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd her wiha li dijî tecrîdê bi riya aştiyê beşdarî têkoşîna navneteweyî bibin. Ji ber ku ev qonax di warê hesasiyeta doza Kurd û misyona li ser birêz Abdullah Ocalan de berpirsyariya siyasî û exlaqî dide ser milên me.”