Tevgera Şemiyê ya Binefşî li dijî polîtîkayên Talîbanê banga têkoşîna hevpar kir
Tevgera Şemiyê ya Binefşî di peyama ku li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal parve kir de bang li civaka navneteweyî kir û diyar kir ku divê li dijî neheqî û polîtîkayên mêtînger ên Talîbanê eniyeke hevpar bê avakirin.
Navenda Nûçeyan - Tevgera Şemiyê ya Binefşî bi peyamekê li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal daxwaza avakirina eniyeke yekgirtî ya li dijî polîtîkayên dijminatiyê yên Talîbanê kir.
Di peyama ku hat weşandin de hat gotin ku jin ji aliyê Talîbanê ve tên tepisandin û ev daxuyanî hatin dayîn: “Endamên Tevgera Şemiyê ya Binefşî tevî bi sedan gefên ewlehiyê, girtîgehan û tundiya Talîbanê tu carî dest ji têkoşîna xwe ya bênavber ya parastina mafên jinên Afganî bernedan. Wêrekî û berxwedana wan ji bo jinên Efganî di demên herî tarî de bû sembola berxwedan û hêviyê. Her ku serdestiya Talîbanê ya li ser welêt zêde dibe û binpêkirinên mafên mirovan bi lez zêde dibin, tevgera me bi biryar têkoşîna xwe ya ji bo edalet, azadî û mafên jinên Afganî didomîne."
Di dewama peyamê de hat gotin ku ji sala 2021’an û vir ve ku Talîban hatiye ser desthilatdariyê, jinên Efganî rastî zextên zêde tên û mafên wan bi awayekî sîstematîk hatine desteserkirin û wiha domand: “ "Ji qedexekirina perwerdeya zarokên keç bigire heta bisînorkirina mafên jinan ji bo kar û rêwîtiyê, armanca Talîbanê ew e ku hebûna jinan di civakê de bi temamî ji holê rake."
'Rewşa jinan li Efganistanê xetertir dibe'
Tevgera Şemiyê ya Binefşî di peyama xwe de amaje bi wê yekê kir ku bi piştgiriya rêveberiya Talîbanê rewşa jinan li Efganistanê her ku diçe xeternaktir bûye û wiha got: “Sûcên Talîbanê yên li dijî jinan bi rêjeyeke metirsîdar zêde dibin. Di heman demê de zext û tundî bi zorê ji jiyana giştî hatine dûrxistin û li dijî berxwedaneke herî biçûk jî di mehên dawî de raporên tepeserkirina xwenîşandanên aştiyane, serdegirtina malan û binçavkirina keyfî ya jinan hatiye bikaranîn. Zext hîn tundtir bûne û kiryarên Talîbanê jî bêperwatir bûne. Ev tundî ne tenê jinên berxwedêr, malbat û civakên wan jî dike hedef. Her berxwedan vediguhere çalakiyek awarte ya xeternak."
Tevgera Şemiya Binefşî di peyama xwe de bang li hemû jinên Efganî û tevgerên berxwedanê kir ku di bin yek alekê de bibin yek û diyar kir ku têkoşîna ji bo mafên jinan li Efganistanê bi hewlên takekesî nayê bidestxistin û pêwîst e li dijî zêdebûna hêza Talîbanê eniyeke yekgirtî bê avakirin û li dijî belavbûna tora zordestiyê rawestin.
'Divê civaka navneteweyî gav bavêje'
Herî dawî Tevgera Şemiyê ya Binefşî bal kişand ser metirsiya îdeolojiya mêrsalarî û zordariya zayendperest a Talîbanê li ser tevahiya cîhanê û wiha got: "Eşkere ye ku îdeolojiya mêrsalarî û zordariya zayendparêz a Talîbanê tenê li Efganistanê sînordar nîne. Eger pêşî li vê yekê neyê girtin îdeolojî wê bibe sedem ku mafên jinan were şikestin. Potansiyela wê heye ku li herêmên din jî belav bibe û divê civaka navneteweyî ji bo pêşerojeke bi vî rengî rû nede tevbigere."