Testa Kovîd a Şadiye Manap pozîtîf derket

Encama testa Kovîd-19 a Şadiye Manap a ku piştî 30 salan hat berdan û beriya ku azadiya xwe ya bedenî bi dest bixe bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin, pozîtîf derket.

Navenda Nûçeyan – Şadiye Manap a li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Gebzeyê dima, piştî 30 salan di 1'ê Kanûnê de hat berdan. Şadiye Manap hê beriya ji girtîgehê derkeve bi hiceta lêpirsîna ku 2020’an derbarê wê de hatiye vekirin, hat binçavkirin. Şadiye Manap ku 4 rojan li Midûriyeta Emniyetê ya Parêzgeha Kocaeliyê hat girtin, anîn Edliyeya Kocaeliyê. Şadiye Manap bêyî ku li dozgeriyê îfadeya wê bê girtin, bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezaya Sulhê hat kirin. Şadiye Manap 5’ê Kanunê bê ku bigihe azadiya xwe ya fîzîkî bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hat girtin û wê birin Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Kandirayê.

Hat zanîn ku testa Kovîd-19 a Şadiye Manap ku li Girtîgeha Kandiratê tê girtin pozîtîf derketiye û li qawîşa karantînayê de tê girtin.