‘Tenê diyaloga navxweyî dikare aloziyê çareser bike’

Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Hesekê Xalîde Botî tekez kir ku ji bo parastina xaka Sûriyeyê ji êrîş û dagirkeriyê divê hikûmeta Şamê bi Rêveberiya Xweser re dest bi diyalogê bike bi wê yekê alozî dikare bi dawî bibe.

RONÎDA HACÎ

Hesekê - Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 18`ê Nîsana 2023`yan ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi rêbazeke aştiyane û demokratîk ku êşên bi milyonan Sûriyeyiyan bi dawî bike û xaka Sûriyeyê ji êrîş û dagirkeriyê biparêze, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de Rêveberiya Xweser bang li hikumeta Şamê kir ku helwesteke berpirsyar nîşan bide û teqezî bi yekitiya axa Sûriyeyê kir û ew amade ye bi hikumeta Şamê û aliyên din ên Sûriyeyê re dest bi diyalogê bike. Lê heya niha hikûmeta Şamê siyaseta yekalî diparêze û xwe ji diyalogê dide alî.

‘Dewleta Tirk bû sedema qirkirin koçberkirin û talana li ser Sûriyeyê’

Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Hesekê Xalide Botî têkildarî mijarê axivî û wiha got: “Ger em vegerin destpêka aloziya Sûriyeyê em ê bibînin ku gelê herêmê li dijî pergala yekalî derketiye. Ji ber ku vê pergalê wan fetisandibû. Ji bo wê jî gel xwe li pargala Rêveberiya Xweser girt ji ber ku ji pergalên cîhanî cudatir e ku maf û hebûna her neteweyê diparêze. Di vê aloziyê de gelek dewletan ji bo berjewendiyên xwe mudaxele kirin û temenê aloziya Sûriyeyê dirêj û kûrtir bû. Yek jê dewleta Tirk a dagirker e bi armanca dagirkeriya xaka Sûriyeyê êrîş kir û heya niha jî êrîşên wî berdewam dike. Di encama êrîşan de komkujî koçberî çêbû lewma em dibînin ku yên bûn sedema koçberî, dagirkeriya xaka Sûriyeyê û qetilkirina gelê wê dixwaze hîn zêdetir planên xwe yên hovane pêk bîne û gelên Sûriyeyê qir bike. Niha hemû krîzên ku Sûriye tê re derbas dibe sedemên wê dewleta Tirk e. Krîzên aborî, avê û hwd...hemû ji ber êrişên dagirkeriyê ye ku DAIŞ’ê ava kir û xist bela serê gelê Sûriyeyê”

‘Rejîma Sûriyeyê hewl dide vegere rewşa beriya 2011’an’

Xalîde Botî di berdewama axftina xwe de wiha anî ziman: “Divê hikûmeta Şamê pergala ku gel ji bo parastina hebûna xwe hilbijartiye û 13 sal in berxwedan, tekoşîn û rêxistinbûyîn li ser vê pergalê daye meşandin bigre ber çavan û qebûl bike. Ji ber ku rastiyek heye ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve gelên herêmê rastî hemû cureyên îşkence, êrîş, kuştin, koçberiyê hatin. Lewma em îro dibînin dewleta Tirk dixwaze bi hikûmeta Şamê re rûnê qaşo ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê nîqaş bikin lê em dibêjin her yek dixwaze di kesayeta xwe de desthilatdariyê rave bike. Her du jî zordest û faşîst in. Pergala ku gel ji bo parastina hebûna xwe û xwedîderketina li pêşeroja xwe hilbijartiye qebûl nakin. Lewma li dijî vê pergalê gelek plan tên kirin û êrîş li ser xaka Sûriyeyê berdewam dikin, hikûmeta Şamê jî bêdeng e, hewl dide herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bixe rewşa beriya 2011’an. Di heman demê de dewleta Tirk heya roja îro jî êrîşên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dike. Ev tê wateya ku dixwaze krîza heyî kûrtir bike û li hemberî projeya Rêveberiya Xweser bisekine.”

‘Diyaloga navxweyî xwedîderketina li çaranûsa Sûriyeyê ye’

Xalîde Botî bal kişand ser girîngiya diyaloga navxweyî ya di navber hêzên Sûriyeyê de û got ku dê ev yek bibe çareserî û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Neqebûlkirina diyalogê wê pêşeroja Sûriyeyê bixe xeteriyek mezin û zirarê bide gelên Sûriyeyê. Em bang li hikûmeta Şamê dikin ku diyalogê bi Rêveberya Xweser re dayne û ji bo xwedîderketina li pêşeroja gelê Sûriyeyê nîqaşa bikin. Dem dema diyalogê ye û ev riya herî rast e ji bo parastina xaka Sûriyeyê û gelên wê. Çareserî diyaloga navxweyî ye, diyaloga bi hêzên navneteweyî re tu çareseriyê bi xwe re nayne, ji ber ku çaranûsa gelên Sûriyeyê bi destên gelên Sûriyeyê ye û ev yek dikare xaka Sûriyeyê ji êrîş û dagirkeriyê xelas bike.”